YPG'ê nasnameya 3 şehîdên Bagera Cizîrê eşkere kir

YPG'ê nasnameya 3 şervanên xwe yên li bejahiya Dêra Zorê di şerê dijî DAÎŞ'ê de şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Pêngava Bagera Cizîrê ya li bejahiya Dêra Zorê dewam dike û şervanên wan her bi pêş ve diçin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku 4'ê Sibatê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê operasyonek hate kirin û 3 hevrêyên wan ên di vê operasyonê de bi lehengî şer kirin şehîd bûn.

Navendê sersaxî ji malbatên her sê şehîdan û gel re xwest û nasnameya şehîdan eşkere kir:

Nasnav: Dijwar Girkêlegê

Nav û Paşnav: Mihemed  El Dehiş

Navê Dayikê: Helîme

Navê Bav: Elî

Cihê Ji Dayikbûnê: Girkê Legê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 4'ê Sibata 2018

Nav û Paşnav: Mihemed Cernaf

Navê Dayikê: Helala

Navê Bav: Atilla

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Hemîs

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 4'ê Sibata 2018

 

Nasnav: Tifîhî Til Îsa

Nav û Paşnav: Raken El Îsa

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Silêman

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Hemîs

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 4'ê Sibata 2018