Nobeta 'Ji Ocalan re Azadî' bi koma Oldenbûrgê re ye

Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Konseya Ewropayê (KE) dest pê kirî kete hefteya xwe ya 294’an.

Nobeta Ji Ocalan re Azadî ya ku 25’ê Hezîrana 2012’an li Strasboûrgê ya Fransayê, li ber avahiya KE’yê dest pê kirî ev 2 hezar û 50 roj in didome.

Çalakiya nobetê ya ku her heftî komeke dî digire ji Yekşemê ve komeke 4 kesên ji Oldenbûrgê yê Elmanyayê dewr girt. Di nav komê de Hemer Bacinî, Temo, Mazlûm Qamişlo û Baz Qewm cih digirin.

Çalakvanan danezan, pirtûk yên derbarê ramanên Ocalan li derdorê belav kirin.

Çalakiya Nobetê hefteyê heft rojan ji sibehê heta êvarî didome, yek ji mezintirîn çalakiya herî domdirêj a Kurdan e.