Dr. Mayda: Em nikarin Kerbelayeke duyem ragirin

Dr. Ibrahîm Mayda li ser bombekirina Bendava Meydankê, ku di hewldana dagirkirina Efrînê de hate bombekirin û pêdiviya avê ya bi sedan gundî jê dihat, got, "Dinya nikare Kerbelayeke din ragire."

Dr. Ibrahîm Mayda got xirakirina tesîsên avê şaşitiya herî mezin a li mirovahiyê û sirûştê ye û got nayê qebûlkirin ku qadên jiyanê werin bombekirin.

Dr. Ibrahîm Mayda li ser bombekirina Bendava Meydankê û tesîsên paqijkirina avê helwesta xwe diyar kir û got ev ê bi xwe re encamên pir giran bînin, bi kêmbûna avê re pergala xweragiriyê ya mirovan wê qels bibe, nexweşiyên weke dîzanterî, kolera, tîfoyê wê zêde bibin. Mayda got, av yek ji pêdiviyên sereke yên mirovan e, ‘rêgezên şer jî hene’ û ji bo vê jî nayê qebûlkirin ku qadên jiyanê werin bombekirin.

Dr. Mayda got meha Sibatê her wiha meha rojiya Xizir e û got, "Bi tîhiştinê, bi nexweşkrina mirovan mirov nikare ders bide kesî. Ji bo vê dinyayê Kerbeleyek bes e, Kerbelayeke dî ev cîhan nikare ragire."

Mayda got av ji bo aştiya cîhanê pir girîng e, ne tenê mirov, divê sirûşt jî were parastin. Mayda got jiyana mirov pîroz e, divê jîgeh û qadên jiyanê nebin hedef.

Dr. Ibrhîm Mayda got ew bi doktorbûna xwe beriya her tiştî mafê jiyanê diparêze û got problem bi şer, tundiyê nal ê bi zimanê aştiyê dikare çareser bibin û bi polîtîkayên hilweşandinê mirov nikare tiştekî bi dest ve bîne.