Bi sed hezaran penaberên li Efrînê bang li NY’yê kirin
Penaberên ku bi şerê navxwe yê Sûriyê re xwe li Efrînê girtin û niha jî 282 hezar penaber lê hene, bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin û xwestin ku li dijî dagirkeriya Tirk rawestin.
Penaberên ku bi şerê navxwe yê Sûriyê re xwe li Efrînê girtin û niha jî 282 hezar penaber lê hene, bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin û xwestin ku li dijî dagirkeriya Tirk rawestin.
Êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê kete roja 21’ê. Bi pêşengiya YPG, YPJ, QSD’ê Berxwedana Serdemê ya gelên Efrînê didome. Efrîn ku Serokkomarê Tirk Erdogan dibêje, ‘’ez ê penaberan li wir bi cih bikim’ û wiha dixwaze hewldana dagirkeriya xwe ‘rewa’ bike ji 2011’an ve ji bopenaberên Sûriyê yê ku ji şer reviyane stargehek bû.
Li hêla dî li gel ablûka ya li ser Efrînê jî ev malxweyîtiya li penaberan berdewam dike. Li gorî Konseya Karên Civakî yê Kantona Efrînê, li Efrînê 282 hezar penaber dijîn. Kapmên Rûbar û Şehbayê ku 4 hezar penaber lê dimînin, deriyê xwe ji ANF’ê re vekirin.
QADÊN EWLE
Li Kantona Efrînê li gel ablûka û ambargoyê jî ji bo penaberên ku nanê xwe bi wan re par ve dikin, ewlehiya kampê ji hêla Hêzên Asayişê ve tê kirin û hewl didin ku li dibistanan zarok werin perwerdekirin. Lê ji ber sedema êrîşên dewleta Tikr niha perwerde hatiye sekinandin. Heyva Sor a Kurdistanê jî li kampê navendên tenduristiyê yê mobîl vekiriye, komun ava kirine û hewl dide ku pêdiviyên madî û manewî yên penaberan bi cih bîne.
Kampên penabaran ên li Halep, Dera, Deraya, Humus, Şehba, Dêrazorê ku bi deh hezaran penaber lê dimînin ji êrîşên dewleta Tirk derb xwarin. Di êrîşên dewlea Tirk de, hê roja pêşî yek ji devera ku hatî hilbihartin Kampa Rûbar bû. Penaberên ku li kampan diman gotin çeteyên bi desteka dewleta Tirk mala wan xira kirin, ji bo vê jî koçî Efrînê kirine lê niha jî ew ketibe ber êrîşên dewleta Tirk.
DEWLETA TIRK LI KAMPA ME DIXE
Welateyekî Ereb ê bi navê Hemet El Hemet ku li Kampa Şehbayê dijî got, wan ji ber êrîşa çeteyan koç kirine û got, ‘’Ji ber ku Efrîn ewle bû û mirovên wê qenc bûn em hatin vir. Ev çen roj in dewleta Tirk li derdora kampê dixe û em ditirsin.’’
‘TIŞTA KU JI DEST WAN TÊ TEXSÎR NAKIN’
Penaberekî dî Nedîm Oso jî ku ji herêma Şehbayê koç kiriye, got ji dema ku ew hatine Efrînê, gelê Efrînê tişta ku ji dest wan hatiye texsîr nekiriye û got, ‘’Efrînê deriyê xwe ji gelan re vekir, em hatin cem mirovên qenc li vir şer nebû. Ev salek û nîv e em li vir in. Lê dewleta Tirk weke DAÎŞ’ê li vir jî êrîşê bi ser me de tîne. Ez dixwazin bang li gelê Tirk bikim; çi heqê we li Efrînê heye? Tirkiyê Sûriye xira kir, dora Efrînê ye? Hevalên me parastina me dikin, li cem wan em xwe ewle dibînin. Ji bo alîkariyê çi ji dest wan tê ji bo me dikin.’’
Oso berdewamî got gelên Sûriyê wê cihê xwe neterikînin, ji wan re terorîst tê gotin lê terorîst Erdogan û çeteyên wî ne, heke Erdogan ne çete bûya wê bi çeteyên xwe re êrîş neaniya ser Efrînê.
‘DEWLETA TIRK ÊRÎŞÊ BI SER ME DE TÎNE’
Penaberekî dî, Hamdul El Saîm ku ji Humuse hatî Efrînê got, bi malbata xwe 20 kesî ji zilma DAÎŞ’ê reviyane, xwe li Efrînê girtine û got, ‘’Ji bo ku em ji çeteyan xilas bibin em hatin cihê ewle Efrînê, li vê kampê em bi cih bûn. Lê ev 20 roj in dewleta Tirk êrîşê bi ser me de tîne û em ditirsin ku zarokên me werin kuştin.’’
Penabereke dî Fatîme El Hiseyn, ji gundê Til Meksûr ê Helebê koçî Efrînê kiriye û hevserê wê miriye. Hiseyn dibêje, ‘’Sobeya me, konê me şewitî. Niha em konê nûjen dikin. Gelek tişt hewce ne ji bo kampê, lê şer heye. Ji ber sedema êrîşên dewleta Tirk peyda nabin. Hevserê min mir, bi 7 kesan re hatim vir.’’
‘GELÊ EFRÎNÊ GELEK ALÎKARÎ BI ME RE KIR’
Penaberê bi navê Casim El Abdûlî yê Ereb ku ji Helebê hatî Efrînê got, ji ber êrîşa çeteyan wan xwe li Efrînê girtiye, ji ber ku li Efrînê şer nebû û mirovên wê pir baş bûne û wiha got: ‘’Lê ev 20 roj in dewleta Tirk êrîşê tîne. Kampa ku sivîl lê dijîn bi balafiran bombe kirin. Niha jî bi topan li derdora wê dixin. Ez bang li dewleta Tirk dikim, van êrîşên xw yên bi ser sivîlên Efrînê de rawestînin. Ez bang li saziyên mafên mirovan dikim, bila destekê bidine me.’’
‘LI VIR MIROV HENE KU JI ŞER REVIYANE’
Penaberekî dî yê Helebî Hesen Şûşen got, ‘’Ev 20 roj in dewleta Tirk li sivîlan dixe, li kampa me dixe. Dixwazin komkujiya sivîlan bikin. Ez bang li hemû rêxistinên mafê mirovan û dewletan dikim. Li vir sivîl hene ku ji şer reviyane. Êrîşên dewleta Tirk rawestînin.’’
‘ÊRÎŞ ANÎNE SER KAMPA ME’
Penaberê bi navê Riyad Xelîl, ku ji Derayê koçî Efrînê kiriye, got, ‘’Şeva ku êrîş bi ser Efrînê de anîn li kampa me xistin, her kes ji kampan derket û xwe avete bin daran, bê betanî razan. Zarok û kal nexweş ketin. Ên ku vê zilmê li me dikin terorîst in. Erdogan serekê terorîstan e.’’
282 HEZAR PENABER LI EFRÎNÊ NE
Nûnerê Ofîsa Penaberan, Konseya Karê Civakî yê Kantona Efrînê Mihemed Hecî Hesen got ji 2011’an ve deriyê wan ji penaberên Sûriyê re vekiriye, ji 2014’an ve Kampa Rûbar vekirine. Hesen got li kampên Rûbar û Şehbayê 4 hezar malbat hene, li gorî raporên wan ê beriya bi mehekê di nav sînorên Kantona Efrînê de 282 hezar penaber hene.
Hesen got heta niha wan hewl daye ku ji pêdiviyên penaberan re bibin bersiv û got: ‘’Lê ev 20 roj in dewleta Tirk êrîşan bi ser me de tîne. Ev der tekane bajar bû şer lê nebû. Ji bo vê jî, ji bo penaberan bû cihekî ewle. Lê dewleta Tirk dixwaze vir xira bike. Bûroya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY), saziyên mafê mirovan, dewletên mezin bêdeng in. Em vê qebûl nakin. Ji bo hemû cîhanê şermezeke mezin e ku Efrînê, ku malxweyîtî li ev qas zarok, jin û penaberan dike, tenê were hiştin.’’