BASTA: Girtina Koç tê wateya êrişa li ser hêviya aştiyê
Sekretera Giştî ya Partiya Starke Alternatîve (BASTA) ya Swîsreyê Franziska Stier, xwest dewleta Elman siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç serbest berde û tevkariyê li aştiyê bike.
Sekretera Giştî ya Partiya Starke Alternatîve (BASTA) ya Swîsreyê Franziska Stier, xwest dewleta Elman siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç serbest berde û tevkariyê li aştiyê bike.
Franziska Stier li Baselê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku divê dewletên Ewropayê dest ji hedefgirtina nûnerên siyasî yên rewa yên gelê Kurd berdin û tevkariyê li pêvajoya aştiyê bikin.
Stier got, “Girtina Yuksel Koç ne hewldana li dijî kesekî, hedefgirtina hêviyên bi hezaran kesên ji bo aştiyê li Ewropayê têdikoşin e. Ev rewş nîşan dide Ewropa ji aliyê zext û krîmînalîzasyonê ve enî girtiye, ne ji aliyê aştiyê ve. Em bang li Elmanya û Ewropayê dikin ku li şûna ku nûnerên gelê Kurd hedef bigirin, ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê gavan biavêjin.”
Siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç ê li bajarê Bremen ê Elmanyayê dijî, 20’ê Gulanê serê sibê di serdegirtina mala xwe de hatibû binçavkirin û piştre hat girtin.
Stier got, "Ev ne tenê mexdûriyeta şexsiye, di heman demê de derbeyek li hêviyên aştiyê ye" û wiha domand, "Tirkiye bi girtina kesên ku difikire pêwendiya wî/ê bi PKK'ê re hene, hewl dide însiyatîfên aştiyane bitepisîne. Li hemberî vê bêdengiya Ewropayê nayê qebûlkirin."
Stier nirxandina xwe bi van gotinan bi dawî kir, "Tevî ku PKK'ê careke din destên xwe yê aştiyê dirêjî her kesî kiriye, di demeke bi vî rengî de Ewropa aktorên aştiyane krîmînalîze dike, ev rewş nayê qebûlkirin. Azadkirina Yuksel Koç ne tenê pirsgirêka mafên mirovan, di heman demê de gaveke girîng e ku dê rê li ber çareseriya siyasî û aştiyeke mayînde veke."
Stier, bang li saziyên Kurd, partiyên siyasî û rêxistinên mafên mirovan ên li Ewropayê kir û diyar kir ku divê daxwaza azadiya Yuksel Koç di asta navneteweyî de bi xurtî were kirin. Stier, anî ziman ku ev ne tenê berpirsiyariya Elmanyayê ye, berpirsiyariya hemû Ewropayê ye.