Li Parlamenta Fînlandiyayê çalakiya ji bo Efrînê
Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê komek ji Kurdistanî ketin avahiya Parlamenta Fînlandiyayê û çalakî kirin.
Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê komek ji Kurdistanî ketin avahiya Parlamenta Fînlandiyayê û çalakî kirin.
Kurdistaniyên li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê ji roja Duşemê ve li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakiyan dikin, di rûniştina duh a parlamentê de çalakiyek ji bo Efrînê li dar xistin.
Dema rûniştina parlamentê, komek ji Kurdistaniyan ku piraniya wan ciwan bû, pankarta ji wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bi qîrîna dirûşman şermezar kirin.
Çalakgeran dirûşmên "Komkujiya li Efrînê rawestînin", "Kujer Erdogan", Erdogan û DAÎŞ yek in", "Azadî ji Ocalan re" qîriyan, lê hêzên ewlekariyê dest li Kurdistaniyan werdan.
Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Fînlandiyayê (Yle) Marîanne Sûndholm ku hingî li parlamentê bû, çalakî ji raya giştî re ragihand û vê çalakiyê cihekî berfireh di medyayê de girt.
Yle ragihand ku çalakiyên bi vî rengî yên li Parlamenta Fînlandiyayê kêm caran hatine kirin û 30 salên dawî herî zêde 4-5 caran hatine lidarxistin.
NAVBER JI RÛNIŞTINÊ RE HATE DAYIN
Ajansa Nûçeyan a Swêdê (TT) jî çalakî ji aboneyên xwe re ragihand. Di nûçeyê de hat gotin, dema ku Parlamenterê Partiya Navendî û namzetê Serokkomariyê Mattî Vanhanen diaxivî çalakî hateiy lidarxistin û Serokê Parlamentê ji neçarî ji bo demekê navber daye rûniştinê.