KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Meşvanên Azadiyê: Eger em bi hev re tevbigerin em ê tecrîdê bişikînin
Meşvanên Meşa Mezin a Azadiyê gotin, "Ji îro û pê ve em ê meşa xwe mezin bikin. Gelê me dibêje ku bi tevgereke hevgirtî wê tecrîdê bişikîne." -
Operasyonên qirkirina siyasî: Gelek kes hatin binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî de yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kirin gelek kes hatin binçavkirin. -
Zeynep Odûncû: Tecrîd biqede wê bêhn bê ber gelan
Parlamentera Êlihê ya DEM Partiyê Zeynep Odûncû diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîng e û destnîşan kir, ku dema tecrîd bi dawî bû wê bêhn bê ber gelan. -
Rêwîtiya ber bi Amarayê ve: Meşa me wê heta serketinê dewam bike
Parlamentera DEM Partiyê Necla Demîr anî ziman ku wê li Amarayê hem tecrîdê hem jî komployê şermezar bikin û got, "Têkoşîn û berxwedana me wê heta serketinê dewam bike." -
Li Mûşê 3 jinên ciwan hatin binçavkirin
Di saetên êvarê de 3 endamên Meclîsa Ciwanên DEM Partiyê ya Mûşê hatin binçavkirin. -
Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
Li Wanê di encama serdegirtina malan de 3 kes bi kelepçekirina ji pişt ve hatin binçavkirin. -
Tevgera Azadî: Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye
Tevgera Azadî Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan çareseriya krîzên li Rojhilata Navîne, êdî dema azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.” -
‘Rêberê Gelê Kurd di roja îro de li dijî Nemrûdan li ber xwe dide’
Meşvanên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Amedê ketin rê, piştî Sêwregê û Curnê Reş, derbasî Rihayê bûn. Bi sedan kesî bertek nîşanê tecrîd û komployê dan. -
Li Semsûrê namzet hatin nasandin, Meşa Azadiyê hate silavkirin
DEM Partiyê namzetên xwe yên hevşaredariya Semsûr û navçeyên eşkere kir. Meşa Azadiyê jî hate silavkirin. -
Meşa Mezin a Azadiyê: Divê tavilê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
Meşvanên Meşa Azadiyê ya Mezin li Curnê Reş e. Meşvanan gotin, "Divê tavilê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin." -
KNK: Divê gelê Kurd û dostên wê li dijî tecrîdê hîn bêhtir têbikoşin
Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî komploya navneteweyî şermezar kir û bang li her kesî kir ku beşdarî çalakiya 17’ê Sibatê ya li Kolnê bibin. -
Komalên Ciwan: Wezîfeya bingehîn a her ciwanekî Kurd, azadiya Rêber Apo ye
Koordînasyona Komalên Ciwan got, "Her ciwanekî Kurd ê dixwaze xwe azad bike, beriya her tiştî divê tevlî têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibe." -
Boykota mamosteyên li Başûrê Kurdistanê dewam dike
Mamosteyên Başûrê Kurdistanê ku nikarin mûçeyên xwe werbigirin, li gelek bajaran çalakiya boykotê kirin. -
Meşvanên Azadiyê li Sêweregê ne: Wê nikaribin pêşî li gelê Kurd bigirin
Meşvanên Azadiyê yên ji Amedê bi rê ketin, gihîştin Sêweregê. Meşvanan gotin, "Azadiya gelê Kurd di asteke welê de ye ku nikare bê astengkirin. Bila her kes zanibe, ev agir wê me bigihîne azadiyê." -
Şerîk: Divê her kes bibe layiqê berxwedana mezin a Rêber Apo
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê berxwedaneke mezin dimeşîne û got: “Divê her kes bibe layiqê berxwedana mezin a Rêber Apo.” -
'Divê ciwanên me li ser rêya Serokatî xwe bi rêxistin bikin'
Gerîlayê YRK'ê Rêzan Cawîdan bal kişand ser polîtîkaya şerê taybet a li ser ciwanên Rojhilatê Kurdistanê û diyar kir ku ciwan divê li ser rêya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin bikin. -
Li Amedê sê kes hatin binçavkirin
Li Amedê serê sibehê di serdegirtina malan de sê kes hatin binçavkirin. -
Li gel qesra li Xelatê, 11 vîla jî hatin çêkirin
Li navçeya Xelat a Bedlîsê li gel qesra ji bo Serokkomarê Tirk Erdogan hatî çêkirin, 11 vîla jî hatin çêkirin. -
Li Sêrtê wê şaredariya pir zimanî destpê bike
Namzeta Hevşaredariya Sêrtê ya ji DEM Partiyê Safiye Alagaş anî ziman ku wê li bajêr xizmeta pir zimanî ya şaredariyê bikin û her pirsgirêkê bi gel re çareser bikin. -
Umît: Çalakbûyîn şêweyekî azadiyê ye
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît diyar kir ku ji bo 17'ê Sibatê mîtîngeke bi heybet pêk were divê her kes bênavber bixebite û got, "Divê Kurd ji bo azadî û demokrasiyê, ji bo xwe tevlî bibin." -
Daxuyaniya KJK'ê ya li ser 15'ê Sibatê: Em bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiyan bibin
Koordînasyona KJK'ê ji ber salvegera komploya 15'ê Sibatê daxuyaniyek da û bang kir ku bi ruhê seferberiyê tevlîbûn li çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê kirin. -
Li Kampa Mexmûrê ji bo Abdullah Ocalan greva birçîbûnê destpê kir
Xelkê Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir. -
Rojnamevanên Şengalê xwestin Silêman Ehmed bê berdan
Endamên Ragihandina Azad a Şengalê diyar kirin ku PDK bi girtin, qetilkirina rojnamevnan nikare ragihandina azad bêdeng bike û xwestin, rojnamevan Silêman Ehmed bê berdan. -
Li Amedê coşa Meşa Azadiyê
'Meşa Mezin a Azadiyê' ku li Wan û Qersê destpê kir, piştî 13 rojan li Amedê gihîşt hev. Meşvan li navnda bajêr bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. -
Baskên Qers û Wanê gihîştin hev, meşa Amedê destpê kir
'Meşa Mezin a Azadiyê' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi rê ket, herdu baskên wê piştî 13 rojan li Amedê gihîştin hev.