Yê ku agir berda Mawayê artêşa Tirk e, vaye wêneyê wê!

Bi wêneyên nû eşkere bû ku şewata li herêma Çiyayê Mawa ya navçeya Heskîf a Êlihê ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye derxistin.

Ajansa Mezopotamyayê wêneyekî ji kêliya destpêkirina şewata li herêmê weşand ku 18'ê Hezîranê operasyonê destpê kir û heta 22'ê Hezîranê ber bi bejahiya navçeya Kercewsê berfireh bû.

Di wêne de bi rengekî eşkere tê dîtin ku ji helîkopterê bombe tê barandin ku dibe sedema şewatê.

Di 22’yê Hezîranê de li gundê Bilexşê helîkopter bombebaranê dike û şewat derdikeve. Şewat, rê li ber texrîbateke mezin vedike. Leşker destûrê nadin şêniyên herêmê mudaxileyî şewatê bikin û şewat digihije nava gund. Şewat, di 23’yê hezîranê de piştî barana li herêmê bariyayî vemirî bû.