BI DÎMEN

'Niştiman dayika me ye û dayika me wê vê bêhelwestiya desthilatdaran efû neke'

Rewşenbîr û hunermendên başûrê Kurdistanê li ser êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan dan û gotin: "Niştiman dayika me ye û dayika me wê vê bêhelwestiya desthilatdaran efû neke."

Êriş û bombebaranên dewleta Tirk a faşîst ên li ser başûrê Kurdistanê berdewam dikin û her ku diçe nerazîbûnên rewşenbîr û hunermendan berfirehtir dibin. Hunermend û rewşenbîr têkildarî vê mijarê ji ANF’yê re axivîn û amaje bi bêhelwestî û durûbûna siyasetmedar û desthilatdarên başûrê Kurdistanê kirin.

Nivîskar Elî Kerîmî li ser êriş û bombebaranên dewleta Tirk a faşîst ji ANF’yê re axivî û wiha got: “Kurdistan di qeyraneke mezin de ye. Dewleta Tirk a faşîst hatiye axa me dagir kiriye. Ka ew sîxurên Partiya Demokrat a Kurdistanê ku di wexta referandûmê de digotin ku xewn e ku dewletekî din bosteke axa me dagir bike? Ka Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ku digot em ê piçek be jî dagirkeriya tu kesî qebûl nekin? Niha kurê wî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ye. Çima têkildarî vê rewşê daxuyaniyekê nade çapemeniyê û ravekirinekê ji gel re nake? Me got mûçe û bêavî şaşiya te nîn e, baş e ev dagirkerî çawa tê ravekirin? Em wê yekê baş bizanin, eger dagirker werin nav axa me, ewil wê Hewlêr û Amêdî û Dihokê dagir bikin û paşê dê werin nav Silêmanî û deverên din.”

'HIKUMETA HERÊMA KURDISTANÊ TENÊ JI PDK'Ê PÊK NAYÊ'

Nivîskar Elî Kerîmî di dewama axaftina xwe de da xuyakirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê tenê ji PDK’yê pêk nayê û diyar kir ku divê aliyên din ên Hikûmetê dengê xwe bilind bikin û wiha domand: “Bexda û Tevgera Goranê û YNK li hember vê rewşê bêdeng in. Şermezarî ye ku gava ku rojnameger û rewşenbîr derdikevin ser kolanan û li dijî dewleta Tirk dengê xwe bilind dikin, hêzên asayişê nahêlin ku ew dengê xwe bilind bikin. Niştiman dayika me ye û dayika me wê vê bêhelwestiya desthilatdaran efû neke."

Lîstikvan Behmen Mehdî jî der heqê vê mijarê de fikirên xwe anîn ziman û daxwaz ji her kesî kir ku li dijî vê dagirkeriyê bertekan nîşan bidin û axaftina xwe wiha domand: "Ji hinga ku em em hatine parçekirin, dagirkerî hebûye. Tirkiye hîna jî dixwaze me dagir bike, di vê demê de pêwîst e her kes bi biçûktirîn tiştî be jî li dijî vê yekê bertekê nîşan bide. Êdî bes e dagirkerî! Ew çi bikin bila bikin, ez ê bibêjim ez ne Ereb im, ez ne Tirkekî çiyayî me, ne ez dibêjim, dîrok jî dibêje ku ez Kurd im û Kurdistanî me."