KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dewleta Îranê li Şino binçavkirinan didomîne: Agahî ji 5 kesan nayê girtin
Dewleta Îranê li Şino 2 kesên din binçav kir. Agahî ji 5 kesên di rojên dawî de hatine binçavkirin nayê girtin. -
Fedaiyên mezûn bûn: Em ê bi şêwaza Zîlan şer bikin
Fedaiyên ku dewreya perwerdeyê di 30'ê Hezîranê de temam kirin, di merasîma mezûniyetê de gotin, "Êriş li ku derê li hemberî gelê me bê kirin em ê li wir bin û bi rêbaza Zîlan bi ser bikevin." -
Dewleta Tirk a dagirker Binarê Qendîlê bombebaran kir
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Binarê Qendîlê bombebaran kirin. -
Roja ewil ya 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' bi dawî bû
Roja ewil a “Meşa Rêzgirtina li Vînê” ku ji bajarên Tirkiye û Kurdistanê ber bi Colemêrgê ve dest pê kiribû, bi dawî bû. -
MXDŞ’ê qeymeqamê nû yê Şengalê û midûrê nehiya Sinûnê pîroz kir
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê qeymeqamê nû yê Şengalê û midûrê nehiya Sinûnê pîroz kir. -
KCK'ê têkildarî DAÎŞ'ê hişyarî da: Divê teqez helwest bê nîşandan
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê diyar kir ku dewleta Tirk çeteyên DAÎŞ'ê li Başûrê Kurdistanê bi cih kiriye, tevlî şer kiriye, PDK jî vê ji nedîtî ve tê û got, "Li dijî vê rola noker û nexêr divê helwest bê nîşandan." -
Hêzên gerîla li Zap, Metîna û Heftanînê lê dan
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zap, Metîna û Heftanînê gelek çalakî kirin. Di çalakiyan de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, droneyek hate îmhakirin, derb li 2 çeperan hate xistin. -
Gerîla Şerzan Gabar şehîd bû
HPG'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir û got, "Hevrêyê me Şerzan ku li Kobanê dest bi têkoşîna azadiyê kir, li çiyayên Kurdistanê gihand asta herî bilind. Wê di têkoşîna me de her tim bê bîranîn." -
KCK: Kurdîtiya azad a li Başûr xwefedakirina mîna Helmet e
Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bi wesîleya salvegera 5’emîn a şehadeta Helmet Diyar bang li gelê Başûr kir ku rêxistinbûna xwe ya civakî xurt bike, destketiyên xwe biparêze û bi ruhê yekîtiya neteweyî dagirkerên Tirk ji Kurdistanê biavêjin. -
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê êrîşa li dijî penaberan şermezar kir
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku êrîşên nîjadperestiyê yên li dijî penaberan, planeke AKP-MHP’ê ya li dijî gelan e û got: “Em bang li her kesê dikin ku bi gelên Sûriyeyê re di nava piştevaniyê de bin û li dijî van êrîşên faşîst rabin.” -
Hêlîn Umît: Divê mirov guh bide banga Zîlan a ji bo jiyana azad
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît got, "Hevala Zîlan di navbera me û jiyana azad û bi wate de bû pirek. Divê jin û ciwanên vê demê, civaka Kurdistanê baş fêhm bikin bê hevala Zîlan qala kîjan jiyanê dikir." -
'Meşa Rêzgirtina li Vînê' li Êlihê ye
"Meşa Rêzgirtina li Vînê" ya ku DEM Partiyê li Stenbolê dabû destpêkirin, gihaşt Êlihê. -
Ji Wanê banga ji bo meşa li Colemêrgê
Ji bo 'Meşa Hurmeta li Îradeyê' ya 6 rojan a ji Wanê ber bi Colemêrgê ve, banga tevlîbûnê hate kirin. -
HPG’ê bîlançoya meha Hezîranê eşkere kir: Gerîla ji bejahî û hewayî lê dixe
HPG’ê diyar kir ku ji Bakur heta Herêmên Parastinê yên Medyayê, Kurdistan bi temamî bûye qadên berxwedanê û ragihand, meha Hezîranê bi giştî 185 çalakî hatine lidarxistin, 46 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin. -
HPG’ê şehîd Onûr Artos bi rêzdarî bi bîr anî
HPG’ê gerîlaya YJA Starê Onûr Artos a li Zapê şehîd bû, bi bîr anî û got: “Di dîroka me ya têkoşînê de navê xwe nivîsand ku wê ti carî neyê jibîrkirin.” -
Sûcên şer ên artêşa Tirk meha Hezîranê dewam kirin
Artêşa Tirk a dagirker-qirker li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên li tunelên berxwedanê meha Hezîranê 129 caran çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî bi kar anî. -
Bûn ruhê dema nû yê PKK'ê
Bi qasî têkoşîna wan her wiha şehadeta du lehengên Kurdistanê Şêxmûs Milazgir û Aso Ferzad jî bi rûmet bû. Teslîm nebûn, dilê dijmin xweş nekirin. Bi sekna xwe bûn nûnerê rêya azadiyê, bûn nîşaneya serketinê. -
‘Beşdarî çalakiyên ku berhemên polîtîkayên şerê taybet in, nebin’
Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armût bertek nîşanî leşkerên Tirk ên li Çelê 2 zarok tacîz kirin, da û ev bang kir: “Beşdarî çalakiyên di bin navê mîhrîcanan de tên lidarxistin, lê amûra polîtîkayên şerê taybet in, nebin.” -
KCK’ê Wezareta Karên Hundir a Iraqê derewand: Bêbextî û manîpulasyon e
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê bertekek tund nîşanî Wezareta Karên Hundir a Iraqê da ku PKK’ê bi şewatên li Başûrê Kurdistanê sûcdar dike û got, “Tu têkiliya wê bi rastiyê re tuneye, bêbextî û manîpulasyon e.” -
Di 6 mehan de herî kêm 34 kolber hatin qetilkirin, 236 jî birîndar bûn
Kolbernews’ê ragihand ku di nîva destpêkê ya sala 2024’an de li sînorên Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 34 kolberan jiyana xwe ji dest dan û 236 jî birîndar bûn. -
Komîteya Ciwanan a PKK’ê: Divê ciwan xwedî li ‘wezîfeyên xwe yên dîrokî’ derbikevin
Komîteya Ciwanan a PKK’ê diyar kir ku di pêvajoyeke wiha dîrokî de ku şerê hebûn û tinebûnê tê meşandin, ciwanên Kurdistanê xwedî erk û berpirsyariyên mezin in û bang li ciwanên Kurdistanê kir ku xwedî li berpirsyariyên xwe yên dîrokî derkeve. -
Dewleta Tirk agir berda çiyayê Metînayê
Hate ragihandin ku ji ber bombardûmana dewleta Tirk a dagirker a li ser Çiyayê Metînayê agir bi herêmê ketiye. -
Dagirkeran nehiştin ku endamên meclîsê bikevin şaredariyê
Endamên Meclîsa Şaredariya Colemêrgê yên DEM Partiyê, ji bo diyarkirina rojevê xwestin biçin avahiya şaredariyê, lê belê ji aliyê dagirkeran ve hatin astengkirin. -
KCK'ê şehîdên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera 31'ê ya komkujiya Sêwas-Madimakê "33 can bi hurmet" bi bîr anî û ji bo mezinkirina têkoşîna yekbûyî bang kir. -
Zilar Stêrk: Çalakiya Zîlanê xala werçerxê ye
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk diyar kir ku çalakiya fedayî ya Zîlanê ji aliyê îdeolojîk, civakî, siyasî û têkoşîna jinê ve xaleke werçerxê ye.