Sicîlên çeteyên DAÎŞ’ê yên li Başûrê Kurdistanê bên bicihkirin hatin belavkirin

Sicîlên çeteyên DAÎŞ’ê yên dewleta Tirk ku bi hevkariya PDK’ê wê li Başûrê Kurdistanê bên bicihkirin, hatin belavkirin.

Nav û wêneyên 416 endamên çeteyên DAÎŞ’ê yên ku wê Tirkiye wan bi hevkariya PDK’ê di rojên pêş de li Başûrê Kurdistanê bicih bike, hatin belavkirin.

Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser axa Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Rêbaza nû ya Tirkiyeyê jî anîna hêzên paramîlîter a li Başûrê Kurdistanê ye.

Malpera Spee Media ya li başûrê Kurdistanê weşanê dike, nav û wêneyên çeteyên DAÎŞ’ê ku tê payîn ji aliyê Tirkiyeyê ve bi alîkariya PDK’ê li Başûrê Kurdistanê li dijî gerîlayên azadiyê bide şerkirin, belav kir.

Li gorî nûçeyê; hêzên paramîlîter li Efrînê hatine perwerdekirin û bi biryarê dewleta Tirk bi cil û bergên leşkerî yên Artêşa Tirk ve, bînin Başûrê Kurdistanê.

Malperê ji 800 çeteyan, nav û wêneyên 416 çeteyên DAÎŞ’ê ku biryarê dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê di rojên bê de li başûrê Kurdistanê bên bicihkirin, belav kir.

Li gorî malperê, çeteyên behsa wan tên kirin piraniya xwe di şerê dagirkirina Efrîn û piştre yê Serêkanî û Girê Spî de jî cihê xwe girtine. Li gorî nûçeyê hîn jî komek din ya çeteyan li Efrînê tên perwerdekirin û amadekirin.

Hêjayî gotinê ye beriya niha jî berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre ragihandibû zêdetirî 300 terorîstên DAÎŞ’ê hatine herêma Berwarî Bala.

Hûn dikarin nav û wêneyên çeteyên DAÎŞ’ê ku şêweyê PDF hatiye belavkirin jivir bibînin.