Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Arvîn Huseynî hate veşartin

Gerîlayê HPG'ê Arvîn Huseynî (Dilsoz Gabar) ku li Şirnexê şehîd bû, li goristana bêkesan hate veşartin.

Di êrişa dagirkeriyê ya 21'ê Hezîranê de li bejahiya navçeya Elkê ya Şirnexê di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkerên artêşa dewleta Tirk a dagirker de şer qewimî bû û gerîlayên HPG’ê Basrî Cîn (Brûsk Kato), Sefer Temel (Rustem Çekdar Kato), Yilmaz Sala (Kamûran Gever) û Arvîn Huseynî (Dilsoz Gabar) jiyana xwe ji dest dabûn.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Arvîn Huseynî yê rakiribûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê piştî 20 rojan li Goristana Bêkesan a Şirnexê hate veşartin. Hate zanîn ku malbata Huseynî ya li herêma Şaho ya Rojhilatê Kurdistanê dimîne ji ber astengiya pasaportê nekariye cenazeyê lawê xwe bigire.

Cenazeyê Basrî Cin li navçeya Silopiyayê, yê Serhat Temel li gundê Setkar ê navçeya Elkê ya Şirnexê û cenazeyê Yilmaz Sala jî li gundê Hêrmiyê yê navçeya Gever a Colemêrgê di demên cuda de hatibûn veşartin.