Berpiryarê şewatê DEDAŞ e

Hevşaredara Dêrikê Songul Ozbahçecî diyar kir ku berpirsyarê herî mezin ê şewata li herêmê DEDAŞ e.

ŞEWATA LI KURDISTANÊ Û DEDAŞ

Piştî rûdana şewata mezin a 20'ê Hezîranê ya li     qada navbera navçeya Çinar a Amedê û navçeya Şemrex a Mêrdînê, bala mirovan careke din çû ser berpirsyariya DEDAŞ'ê. Hevşaredara Dêrikê Songul Ozbahçecî li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

Songul Ozbahçecî anî ziman ku berpirsyariya herî mezin a şewatên li pey hev ên li herêmê DEDAŞ e û got, "DEDAŞ'ê ji destpêkê ve berpirsyariya xwe înkar kir û her carê weke 'şewata pirêze'yê pênase kir. Bêguman em nabêjin şewata pirêze nîne, lê belê şewata wê demê bi giranî ji ber çirûskên ji têlên elektrîkê pengizîn rû da. Dîmenê vê yekê jî di medya dîjîtal û çapemeniyê de hate weşandin. Bi salan e li vê herêmê bi roj ceyranê bi zanebûn dibirin û êvarê jî bi voltajeke bilind elektrîkê didin. Dîrek û têlên elektrîkê hene ku 30 sal in nehatine sererastkirin. Ji ber vê jî mal, bax, baxçe û zeviyên mirovan şewitîn."

'DEDAŞ POLÎTÎKAYA TAYBET DIMEŞÎNE'

Songul Ozbahçecî diyar kir ku bi destpêkirina çinîna li zeviyan re metirsiya ka û pirêze mîna her demsala havînê rû dide, lê belê şewata ji meha Hezîranê û vir ve rû da ji salên derbasbûyî cuda li pey hev gelek caran rû da û got, "Bi salan e em li ser vê xakê ne lê belê me tiştekî bi vî rengî nedît. Sedema esasî ya vê yekê jî DEDAŞ e. Ji ber ku dîrekên elektrîkê nehatine sererastkirin û başkirin şewatê rû da. Ji bo avdanê pêwîstî bi elektrîkê heye. Ji bo zevî bêne avdan pêwîstî bi elektrîkê heye. Di nava saetên diyarkirî de bi zanebûn elektrîkê dibirin. Mirov nikarin zeviyên xwe av bidin. Dîrekên mezin ên elektrîkê di nava zeviyan de hatine bicihkirin lê belê elektrîkê nadin. DEDAŞ bi salan e polîtîkayeke taybet li ser herêmê dimeşîne. Piştî qutkirina ceyranê danê êvarê derdora saet 18:00 û 19:00 de bi carekê elektrîkê berdidin. Ji ber elektrîka ji nişka ve û bi voltajeke bilind çirûsk jê dipengizin û bi gihayê hişk dikeve. Zevî ji xwe bi gihayê hişk, bi pirêzeyan tijî ye. Li gelek deveran hatine çinîn. Çirûskên dikevin erdê jî yekser agir bi zeviyan dixin."