Desteya Eşîran a Şengalê li dijî dagirkeriyê daxuyanî da

Desteya Eşîran a Şengalê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyanî da. Desteyê diyar kir ku armanca dewleta Tirk ew ku herêmê vale bike û veguherîne qadeke leşkerî.

DESTEYA EŞÎRAN A ŞENGALÊ

Bertek û helwestên beramberî êrîş û dagirkeriya berdewam a dewleta Tirk a dagirker ya ku her diçe berfirehtir dibe, Desteya Eşîran a Şengalê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de êrîşên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker yên li ser gund û bajarên Herêmê bi tundî hatin şermezarkirin.

Daxuyaniya Desteya Eşîran a Şengalê wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên sîstematîk ên li ser gel û dorpêçkirina li ser Herêma Kurdistan û Iraqê didomîne. Bi armanca valekirin, şewitandin û tirsandina şêniyan, gund û bajaran bombebaran dike. Welatiyan neçar dike ku mal û milkê xwe vale bikin da ku bi hincetên derew ku tu kes bi wan nikare bixapîne herêmê veguherîne herêmek leşkerî.

Em baş dizanin ku di demekê dewleta Tirk piştevaniya çeteyan dikir de, şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li dijî terorê û çeteyên DAÎŞ’ê şer kir. Hemû kiryarên dewleta Tirk a dagirker tenê ji bo zerer dayîna gelê Iraqê, gelê Kurd û netewên din e.

Ev êrîşên hovane digihîje asta sûcên şer ên ku cewhera mirovatiyê ji mirovahiyê dûr dixe. Ziyanên mezin gihandine sivîlan û her wiha jîngeh û erdnîgariya Herêma Kurdistanê wêran kirine. Ev hemû jî ji ber hevkariya PDK’ê û bêdengiya hikûmeta Bexdayê ye. Her wiha ev yek li pêş çavê Emerîka û hevpeymaniya navdewletî pêk tê ku ji bilî bêdengiyek bi guman tiştek din nakin.

Em wek şêx, eşîret û kesayetiyên Iraqê van êrîşên sîstematîk red dikin. Em bang li civaka navneteweyî, hikûmeta Bexda û Parlamentoya Iraqê dikin ku berpirsyartiya mirovî, exlaqî û yasayî ya xwe ya li dijî van sucên mirovî hilgirin û dawî li van êrîşên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker bînin.

Her wiha em teqez dikin ku divê civaka navneteweyî û hikûmeta Bexdayê tedbîran werbigirin ku rê li ber vê êrîşa hovane ya li ser xak û gelê me bigirin. Berevajiyê armanca dewleta Tirk a dagirker ya li ser guhertina demografiyê û talankirina serwext û dewlemendiya Iraqê, em amadene parastina serweriya Iraqê bikin.

Em hevxemiya xwe bi penaberên gelê me yên li Herêma Kurdistanê re radigihînin. Em dagirkeriya artêşa Tirk red dikin. Hemû kiryarên dewleta Tirk a dagirker ji bilî sucek ne tiştekî dine ku biryardariya me ya ji bo parastina serweriya Iraq, xaka wê û gelê wê zêdetir dike. Armanca me ewe ku Iraq bibe devereke ku ji bakur heta başûr û ji rojhilat heta rojava hemûyan hembêz bike ye da ku Iraq bibe dewletek federal û demokratîk.”