Ya Memyan çîrkokeke avabûnê ye
Ya Memyan çîrokeke avabûnê ye ku kariye bibe hevrêyê kedê û cewhera PKK’yîbûnê bi dest xistiye. Berpirsiyariya şopdariyê girtiye ser milên xwe û li girêdayî vê yekê bûye şervanê jiyanê.
Ya Memyan çîrokeke avabûnê ye ku kariye bibe hevrêyê kedê û cewhera PKK’yîbûnê bi dest xistiye. Berpirsiyariya şopdariyê girtiye ser milên xwe û li girêdayî vê yekê bûye şervanê jiyanê.
Carna mirov li dû hinan diçin lê belê carnan jî hin bi çîroka xwe li dû we tên. Teqez dixwaze were behskirin, fêmkirin û naskirin. Ji ber ku çîrok ruhê wê demê radixe li pêşiya. Çîroka israra însanbûnê ye. Dema ku mirov jî guhdariya wê çîrokê dikin, di xeleka demê ya helezonîk de gelek caran xwe dibîne...
Çawa ku hemû gerdûn, cîhan û jîndar xwedî pêvajoyeke avabûnê ne, pêvajoyeke avabûnê ya gel û takekesan jî heye. Avabûn bi giştî piştî daneheveke wesfanî pêk tên. Ger di pêvajoya avabûnê de mekanîzmayeke zextê hebe, wê demê dibe ku parçebûna hebûnê pêk were. Qirkirina ku bi sedan salan e li ser Kurdistanê tê kirin, eşkeretirîn mînaka vê yekê ye. Kurdbûn rastiyeke wisa ye ku avabûna wê ya civakî tim tê texilîn û ji aliyê mekanîzmayên dijwar ve tê dorpêçkirin. Kurdbûn, hayjêbûna van hemûyan e. Yên ku rê li ber vê yekê vekirin jî Rêbertî û PKK’ya ku di şexsî de avabûyî ye. di gel vê yekê PKK ronesansa Kurdan e. Li gel Şoreşa Rojava ya bi pêşengtiya jinan pêk hatî, PKK bû tevgereke ronesansê ya Rojhilata Navîn û cîhanê. Vaye têkoşîna xwerêvebirinê ku di sala 2015’an de li Bakurê Kurdistanê dest pê kirin, bûn derketina wesfanî ya mirovên xwedî vîna azad yên ku di şexsê PKK’ê de avabûna xwe temam kirine. Daxwaza ‘Birêvebira xwe û bajarê xwe’ veguherî çalakiyaên gel yên xwerêvebirinê. Ciwan jî bûn ew hêz ku ji her kesî bêtir xwedî li wê çalakiyê derketin û têkoşîn birêxistin kirin. Çiyager, Zeryan, Îslam, Roza û bi dehan legengên din karîn şopdarên xwe yên ku bi eşqeke mezin ber bi azadiyê ve baz didin, biafirînin. Hakîm Tekîn yek ji van e yan jî bi navê xwe yê nû Memyan. Ji ber vê yekê ya Memyan çîrokeke avabûnê ye. Ji ber vê yekê ye ku dema mirov dest didiyê, wî li ser dilê xwe hîs dike. Memyan berpirsiyariya şopdariyê girtiye ser milên xwe û li girêdayî vê yekê bûye şervanê jiyanê. Memyan, çûna mewziyên têkoşînê yên mirovên ku bi bişirînên xwe yên pîroz, dilên xwe yên mezin û bi kedên xwe afirandine weke bedêleke ku hewce ye were dayîn pênase kiriye.
BI KEDA XWE JIYANÊ HEMBÊZ DIKE
Li Qendîlê dest bi jiyana gerîlatiyê dike. Ger ne însanê vê demê jî be, însanê xwezayê ye. Di hemû gavên xwe de dengên di kûrahiya dîrokê de olan didan, dibihîst. Bi feraseta însanbûna vê erdnigariyê xwe digihand lûtkeyên çiyayan. Ratiyên civaka xwe bi hemû aliyên wê ve nas dikir û ji bo ku bibe hêza çaresiyên pirsgirêkan bi keda xwe jiyan hembêz dikir. Ji ber vê yekê gelek dihat hezkirin û karî bibe hevrêyê rastîn û hevrêyê kedê. Ji ber vê yekê dema mirov wî ji kîjan hevrêyên wî dipirse bersiva; ‘Ew mirovekî kedê bû’ dibihîze. Jixwe tişta ku PKK’ê diafirine jî ma ne ev bi xwe ye? Memyan kariye bibe hevrêyê kedê û cewhera PKK’yî bûnê bi dest xistiye. Xizmetkirin û karkirina weke PKK’yîyeke rastîn, keddayîna ji bo gelê xwe û keddayîna ji bo hevrêyên xwe, weke rêgeza jiyana azad pênase kiriye. Bêyî ku gazindan bike û bêyî dudilî bi dilekî pak bû xwedî kedeke mezin û sade.
PKK’YÎYEKÎ SERKETÎ YE
Hevrêyê wêrek ku di hemû pêngavên xwe li dû xwe şopa xwe dihişt, ne tenê di dilê hevrêyên xwe de bû xwedî cih. Di heman demê de ew di dilê gelê Başûr de jî xwedî cihekî girîng bû. Yek ji sedema bişirîna li ser rûyê zarokên Başûr, Memyan bi xwe ye. Li Qendîlê her kesî ew nas dikir ku ew dildarê gelê xwe bû. Bi baldarî bi gel re kar dikir û ji bo peydakirina çareseriyên pirsgirêkên gel zêde li ber xwe dida û bi vê yekê li ser zimanê gel veguherî destanekî. Gerîlayê çiyayan Memyan ku xwe gihand kesayeta kadro û dema hewce dikir di dilê dijmin de tirseke mezin bû û ji bo xizmeta gelê xwe gelekî li bere xwe dida ku karî bi awayekî serkeftî rola xwe ya pêşengtiyê bi cîh bîne. Gelê ku bihîst Memyan Armanc tevlî karwanê nemiran bûye, bi rojan bi êşa dilê xwe yê mezin xemgîn bûne û bi vedana konên sersaxiyê dilsoziya ji Memyan re nîşan daye. Yên ku ew nas kirine û bûne şahidê xebatên wî navê wî li zarokên xwe kirine û bi vê yekê soza heya heyayê ya girêdayîna ji bîranînên wî re bi awayekî xweşik dane. Aha Memyan xwediyê çîrokeke wiha ye. Memyan dostekî wisa bû ku jiyan xweştir dikir, bi keda xwe xwe afirand û di kêliyên herî dijwar de jî xwedî sekneke diyar bû. Memyan mîlîtanekî PKK’yî ye.
SOZ DIDA KU ÊŞAN VEGUHERÎNE SERKETINAN
Rêya Memyan vê carê dikeve ber akademiyan ku wî dizanîbû dewlemendiya jiyanê girêdayî kûrbûna li ser felsefeya Rêbertî ye bi kedeke mezin hatiye avakirin. Di pêvajoya şerî ya herî dijwar de pêşniyara Memyan beşdarbûna şer bû. Hevrêyê çiyayan ê resen Memyan di mewziyên herî pêş e cihê xwe girt û bi xwesteke mezin hewl da tola hevrêyên xwe bistîne ku wê bi awayekî vê daxwaza xwe bi dest bixe. Li pêşiya Memyan perwerde hebû. Felsefeya jiyanê ya sereke ya PKK’ê girêdayî perwerdeyê ye. Bi taybetî jî qadên ku lê şer dijwar perwerde xwe weke pêdivîyeke zarûrî nîşan dide. Memyanê xwedî dilê resen jî beriya ku derbasî qadên lê şer heyî bibe, perwerdeya îdeolojîk distîne. Ev der qadeke dijwar e. Perwerde ew der e ku rasterast Rêbertî tê pêşwazîkirin û rasterast li hemberî Rêbertî, şehîd û hemû nirxên şoreşê rexnedayîn tê kirin. Memyan bi vê hişmendiyê bi hemû rastiya xwe derdikeve li pêşberî Rêbertî û şehîdan. Helbet tecrûbeyên salan, êşên pêşveçûnê, xetayên ku hatine kirin û hemû destkeftî wê di wê platformê de werin nirxandin û rexnedayîna wan werin kirin. Wê bi feraseta Rêbertî ya girîng xwe pêş ve bibe û bi dil û mejîyekî paqij dest bi qonaxeke din a têkoşînê bike. Memyan Armanc ji van qonaxan hemûyan derbas dibe û bi rastiyên xwe re dubare rû bi rû dimîne. Di kesayeta xwe ya Kurdbûnê de aliyên kêm yên bi destê dagirkeran derketine holê, hestiyariyan û lawaziyan ferq dike û kesayeta xwe bi yekbûna wêrektiya Kurd, rastiya têkoşînê û ruhê fedaîyîbûnê re ji nû ve diafirîne. Bi sozdayîn û xwegihandina biryardariya ku kûrtirîn êşên Kurdbûnê veguherîne mezintirîn serketinan, berê xwe dide Xakurkê.
ROLA MEMYAN YA PÊŞENGTIYÊ
Xakurk warê lehengên weke Asya Kanîreş, Rojhat, Azad û Toprakan e. Xakurk di salên dawî de bû şahidê şerên herî dijwar. Xakurk warê lehengên weke Dijwar, Egîd û Rusteman e ku heya guleyên xwe yên dawî li ber xwe dane û piştî ku zêdetirî 80 dagirker bi guleyên xwe li nava eniyên wan ew ceza kirine û dijminê xwe bi destên xwe xeniqandine û gihane şehadetê. Xakurk di dîroka şerî de hemû caran bi mezintirîn geşedanên şoreşgerî rûmeta pêşengtiyê di destê xwe de girtiye. Ji ber vê yekê berpêbûniya Xakurkê ji berpêbûniyên din cihêtir e û rêyê wê xof zêdetir e. Di şexsê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de ev operasyonên hovane yên dagirkeriyê hatine pûçkirin. Gerîlayên Xakurkê, bi pêşengtiya taktîkên şerî yên HPG’ê di sala 2023’yan de gelek çalakiyên ku di dilê dagirkeriyê de tirseke mezin ava kirin, li dar xistin. Yek ji van jî di 22’yê Kanûna Pêşîn de di çarçoveya Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ahmed Rûbar de li Girên Şehîd Kamûran û Şehîd Heqî hate lidarxistin. Serketina çalakiyê dagirkerî wisa têk bir ku medyaya şerê taybet bi rojan bi nûçeyên derewîn hewl da ku bertekên gel yên li dijî desthilatdariyê veşêre. Aha di rêxistinkirin û serketina vê çalakiyê de rola Memyan ya pêşengtiyê gelekî girîng bû. Memyan ê lehengê Xakurkê beriya çalakiyê ji bo pozîsyona êrîşê bistîne gelekî israr dike. Û israra wî encamê distîne. Kelecana çalakiyê gelekî zêde bû. Bi moral û biryardariyeke mezin dikeve nava mewziyên dagirkeran. Bi ruhê fedaî yê Apoyî li dijmin dixe. Mewziyên dagirkeran yek bi yek tarûmar dike. Bi sepandina pêşengtiya taktîkên serdemî gerîlatiya şert û mercên herî dijwar bi awayekî serkeftî nîşan dide. Di jiyan û şerî de xwe digihîne serkeftinê û li dû xwe mîraseke têkoşînê ya mezin dihêle. Memyan ew leheng e ku wezîfeya xwe ya dilsoziya ji Rêbertî û şehîdan re bi awayekî serketî bi cih tîne.