BI DÎMEN

Berdevkê Çapemeniyê yê HPG’ê: Serwerî di destê gerîlayan de ye

Serdar Yektaş ê Berdevkê Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakur û Başûrê Kurdistanê û têkoşîna gerîlayan ji raya giştî re hin agahî parve kirin.

REWŞA DAWÎ YA ŞER

Serdar Yektaş beşdarî weşana Stêrk TV’yê bû û têkildarî rewşa şerî agahiyên berfireh parve kirin. Yektaş ragihand ku serleşkerê dawî yê ku ji bo koordînekirina qada şerî hatibû şandin, ji wezîfeyê hatiye dûrxistin û ev yek hê jî tê veşartin û destnîşan kir ku li qada şerî serwerî di destê gerîlayan de ye. Yektaş anî ziman ku PDK’ya ku li gel dagirkeran hevkariyê dike, bûye parçeyeke şerî û hişyarî da. Her wiha Berdevkê Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê teyîd kir ku bi sedan endamên DAÎŞ’ê bi destê dewleta Tirk derbasî Başûrê Kurdistanê bûne.

Agahiyên têkildarî qada şerî yên ji aliyê Serdar Yektaş ve hatine parvekirin, wiha ne:

REWŞA BAKURÊ KURDISTANÊ

Li Bakurê Kurdistanê şerekî bêhempa tê meşandin. Sala borî li Bakurê Kurdistanê bi hezaran operasyon hatin lidarxistin.

Lê belê dewleta Tirk encamên van operasyonan bi raya giştî re parve nake û wan vedişêre. Ji ber ku di operasyonan de têkçûneke mezin heye.

Bi hezaran operasyonan li dar dixin û li gelek cihan hevrêyên me bi operasyonan re rû bi rû dimînin û ger derfet hebin derbên giran li dijmin dixin. Ger derfet neguncav jî bin, hewlên dijminî pûç dikin.

Operasyonên ku buhayên wan ên madî pir zêde ne pûç dikin. Li Mêrdîn, Stewr, Mehsert û Bagokê operasyon bênavber dewam dikin. Herî dawiyê jî li herêmên Gever, Colemêrg û Zagrosan jî operasyon bênavber dewam dikin. Li Besta, Cûdî, Gabar û Feraşînê jî operasyon tên meşandin. Jixwe ji 15 rojan carekê herêmek tê qedexekirin. Li seranserê Garzan û Amedê jî operasyon hene. Her wiha li Dersîm, Erzingan û Erziromê jî operasyonan pêk tînin. Li seranserê Bakurê Kurdistanê şerekî mezin û bênavber heye. Lê belê bes li hin cihan temas heye. Gerîla şer dikin û derbên giran li dijmin dixin û windayên wan pir in. Li hin qadan şehadetên me jî çêdibin. Dewleta Tirk jî bes dema ku şehîdên me çêdibin, qala operasyonan dike.

BÊRÎTAN NURHAK KETE ÇEPERÊN DIJMIN

Herî dawiyê operasyoneke ku di encama wê de hevrêya me fermandar Bêrîtan Nûrhak Çiya (Sûltan Dag) şehîd dibe, heye. Li gelek nuqteyan herêmê dorpêç dikin. Hevrêya me Bêrîtan bi ruhekî fedaî dikeve çeperên dijmin û sê dagirkeran ceza dike. Dema ku dikeve çepera duyem jî şerekî dijwar rû dide û birîndar dibe lê belê ji bo ku bi awayekî birîndar nekeve destê dijmin bi awayekî fedaiyane şehîd dibe. Ji ber şert û mercên şer agahî bi derengî digihin li ber destê me.

Herî dawiyê jî li Gelîyê Masîro ê Elbak a Wanê bûyerekê rû da. Du hevrêyên me şehîd bûne û yek jî dîl hatiye girtin. Em hewl didin ku vê bûyerê jî eşkere bikin. Gava me têkildarî bûyerê agahiyên berfireh standin û bûyer eşkere kir, em ê li gel nasnameyan ji gelê xwe û raya giştî re parve bikin.

REWŞA HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ

Gerîlayan ji rêbazên êrîşên dewleta Tirk yên ku ji sala 2021’an heya niha pêk tîne, dersek girt, tedbîr standin û taktîkên xwe kûrtir kirin. Dewleta Tirk di vê mijarê de jî tu encam bi dest nexist. Di sala 2023’yan de vê carê jî bi hevkariya li gel xaîn û xwefiroşan derket pêş. Xwestin bi vê yekê hemleyekê bikin. Ew jî hate pûçkirin. Di sala 2024’an de jî di destê wan de tu taktîk neman. Weke ku beriya niha jî kirin, bomberandinan dikin û çekên qedexe bi kar tînin û hejmara leşkerên xwe yên li herêmê zêde kirin. Aha vê carê bi bikaranîna xaînan hewl didin ku taktîka ku jê re dibêjin dorpêçkirin, pêk bînin. Jixwe dibêjin ku ew dixwazin van deran zeft bikin. Lê belê di mijarekê de xwe dixapînin. Gerîlayan li hemberî van yekan tedbîrên xwe girtine. Yanî dewleta Tirk li hin herêmên weke Metînayê taktîka dorpêçkirinê pêk tîne. Li hin cihan weke ku qûmarê bilîze, rîskê distîne û berê yekîtiyên xwe dide qadan. Bi kurtasî rewşa dijminî bi vî rengî ye.

REWŞA METÎNAYÊ

Dewleta Tirk li Metînayê xwe li qadên vala bi cih dike. Gelek caran temasan rû da û hevrêyên me çalakiyên bibandor li dar xistin. Ev êrîşên dagirkeriyê yên nû di 16’ê Nîsanê de dane destpêkirin. Hevrêyên me demildest taktîk û stratejiyên ku dijmin li Metînayê bi rê ve dibe, tespît kirin û taktîkên li dijî wan xistin dewrê. Dema ku hevrêyên me dîtin dijmin bi terzeke cuda li nêzî wan dibe, wan jî bi terzeke cuda bersiva hewce da. Wê têkoşîna li Metînayê demdirêj be û dijmin wê encameke weke ku hêvî dike, nestîne. Xwe dixapînin.

NIKARIN ENCAM BIGIRIN

Em jî li dîmenên ku dewleta Tirk parve dike, dinêrin. Li geliyê Rûbar û Çelê obus bi cih kirine û topan diavêjin. Topên bi menzîla 50 kîlometreyî diavêjin. Ev ne serketinek e, raya xwe ya giştî dixapînin. Dibêjin kilît hatiye girtin, lê ez niha heqîqetê ji we re parve bikim, em binêrim ka kî li ku derê û çawa kîlît bûye:

Dijmin li Xakurkê cara duyem êrîşî xwezayê kir. 200-300 metre ketin hinek cihan û piştre dîsa paşde vekişiyan. Piştre berê xwe dan Şekîf. Ev der dihekî bilind û zozan e. Bi helîkopterê gihiştina wir ne zehmet e.

Lê li herêma Zapê, bi taybetî di mehên dawî de li Girê Amed û Girê FM’ê hewldanên dijmin vale hatin derxistin. Hevalan tenê tedbîr negirtin, di heman demê de çalakî jî kirin. Niha ew der hinekê rawestiya, ji ber ku hevalan ew vale derxistin.

Ji ber ku fêm kirin wê ji van deran encam negirin, vê carê 3’yê Tîrmehê li Girê Bihar ji sê aliyan ve êrîş kirin. Me encamên vê parve kir. Di rewşa heyî de heval li wir bersiveke tund didin wan. Dewleta Tirk ev êrîşa xwe bi hêzên taybet pêk anî. Hemû hêza wan ji quwetên elît pêk tê. Ew jî dizanin, bi cih bûna li van deran hêsan nîne. Mirov dikare bêje ku artêşa Tirk hema bêje temamiya hêzên xwe yên li Zapê, vekişand. Hemû hêzên wan li hemberî gerîla têk çûn. Niha bêdeng in, lê beriya çend mehan pesnê hêzên xwe yên taybet didan. Ji Sûriyeyê çete û tûgay anîn. Wan jî encam negirtin. Niha bi qasî me bihîstiye ji Balikesîr û Kayseriyê tabûr bi tabûr leşkeran tînin. Bila wan jî bînin.

Di nava 4 rojên dawî de li Girê Bihar û Sergelê gelek çalakî hatin kirin. Ev der ji bo dagirkeran bûn dojeh. Eger tu werî xaka me, tu hewl bidî dagir bikî, gundên Kurdan vale bikî û topan li herêmê bibarînî, araziyên me bişewitînî, helbet lehengên vê xakê wê fatûraya vê ji te derxîne û mafê jiyanê nade te.

YÊN KU ALÎKARÎ DIDIN DAGIRKERAN: EM Ê VÊ YEKÊ JI WAN RE NEHÊLIN!

Tevgera me gelek caran yên ku alîkarî didin dagirkeran û bi wan re tevdigerin hişyar kir. Em ji bo kesên bi dagirkeran re tên, êrîşê me dikin û dibin sedema şehîdkirina gerîlayan vê yekê dibêjin. Em ê vê yekê ji wan re nehêlin!

Rewşa giştî yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê çi nîşan dide:

- Planên dijmin a ji bo dagirkirna Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava çend hefteyan de ku di sala 2021 'an de hatibû destpêkirin têk çû. Ne sê hefte, ev sê sal in encamek bi dest nexistine.

- Me dewleta Tirk a îdîa dike ku xwedî artêşeke ew çend mezin e, li vê herêmê têk bir. Me ev dewlet li Zapê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê xitimand.

- Şerê xitimî, taktîka xitimî: Ev yek jî rê li ber krîza aborî, siyasî û civakî vedike. Em rewşa Tirkiyê a niha dibînin jixwe. Rewşa ku îro Tirkiyê dijî, encama xitimandina li Zap û Herêmên Parastinê yên Medyayê ye.

KONTROL DI DESTÊ GERÎLA DE YE

- Li gel bi sed hezaran leşker, teknîk, xayin, yên xwe firoş û çeteyan jî, kontrola herêmê di destê gerîla de ye. Yên ku hunera şer nizanin, kontrolkirinê jî şaş fêm dikin. Kontrolkirin ne hebûna hejmareke zêde ya leşkeran a li herêmekê ye. Kontrolkirin ew e ku dema we xwest derb li dijmin xistin e. Niha li qadê kontrol di destê me de ye. Em xwe û tunelên xwe diparêzin. Hema hema tu windahiyên me tune ye. Jixwe dema şehadet çêdibin, piştî tên zelalkirin bi raya giştî re tên parvekirin. Lê li hemberî vê bi hezaran car me derbe li dijmin xistiye. Di van mehên dawî de bi sedan windahiya wan çêbû. Lê tenê mirina sê-çar heb ragihandine. Hemûyan vedişêrin.

PAŞEYÊ DAWÎ JÎ GUHERTIN, VEDIŞÊRIN

Di sê salên dawî de Tirkiyê fermandarê xwe yê artêşê guhert, wezîrê xwe yê şer guhert, fermandarê tevgera dagirkeriyê guhert, heta du caran guhert. Ger ez ne şaş bim, herî dawî di Tebaxa sala borî de bi îdîaya ku wê şer qezenç bikin paşeyekî anîn û kirin koordine. Lê gelek windahî dan, bi ser neketin.

Bi qasî agahiyên ku me wergeritiye wî jî ji erk girtine. Lê ji bo di aliyê moral de windahî nejîn, hêj ranegihandine. Wekî ku ew heye nîşan didin, lê fermandarê duyemîn a artêşê li cihê wî wezîfedar kirine. Navê wî Metîn Toker e, hatiye qadê. Ew şer bi rêve dibe. Ew ê jî dê bi ser nekeve.

ROLA PDK: JI HEVKARIYÊ WÊDETIR BÛYE PARÇEYEK JI DAGIRKERIYÊ YE

Têgihîna hevkarî û dijminahiya PDK’ê ya li hemberî gel, êdî tiştek îfade nake. PDK niha bi awayekî fîîlî parçeyekî yê şerê dagirkeriyê ye.

Ji salên 2021 û 2022'yan û vir ve rê çêkirine. Niha diyar dibe ev rê hemû ji bo artêşa Tirk hatine çêkirin. Ji bo ku dewleta Tirk dagirkeriyê pêk bîne, her roj konvoyên artêşa Tirk ji deriyê Sergêlê têne xurtkirin. PDK û mûhafizên sînor (ku jixwe ew jî di nava hevkariyê de ne) ji bo ku dewleta Tirk bi ser bikeve çi ji destê wan tê dikin. Gotin di cih de be mîna otobanê rê ji wan re vekirin.

Digotin ew çeper û bargehên ku li dijî gerîla çêkirine, qaşo ji bo ku dewleta Tirk nekaribin bên hatine çêkirin. Lê belê niha ji nîvê zêdetir ew bi xwe dane dewleta Tirk. Bêyî ku dewleta Tirk daxwazeke bi vî rengî bike, da wan. Nîvê din jî bi hev ra bi kar tînin. MÎT, Zeravan û leşker li heman qereqolê ne.

Di êrîşên li ser Bahar û Sergelê de Iraq û PDK hemû rêyên fermî vekirin. Bi rengekî eşkere ji dagirkeran re rê vekirin.

Artêşa Tirk ewilî tê li baregehên PDK bi cih dibe û pitre cebilxane û wesayîtên zirxî tîne. Piştre êrîşê Sergelê dike. Hemû çeperên bi beton ê niha heyî yên PDK ne. Piştre didin artêşa Tirk. Hem alîkariya wan dikin û hem jî ji wan re koletî dikin. Li ser navê gelê Kurd bi rastî jî şermeke mezin e.

TAKWIYEYA ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê

Tiştên ku berdevkê YNK’ê têkildarî ‘anîna 300 DAÎŞ’iyan a li herêmê’ rast e. Erê anîn herêmê. Lê ji ber ku DAÎŞ bi hovîtiya xwe teşhîr bûye, di bin navê El Nûsra de anîn. Têkildarî vê yekê agahiyên zelal di destê me de hene. Her kes dizane ku evane hemû versiyonên cuda yên bermahiyên El Kaîdeyê ne. Dema komikekî dixin serê xwe dibin DAÎŞ, dema komikek din dixin serê xwe jî dibin El Nûsra. Hemû çete ne û ev agahî rast in.

BERSIVA JI PDK’IYÊN KU LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ RABÛNE RE

Carna PDK’î peyaman ji me re dişînin. Bi rengê ‘dema hûn mijara hevkariyê tînin rojevê, qala PDK’ê dikin. Em jî di nava PDK’ê de ne. Em li dijî dagirkeriyê ne. Nebêjin PDK, bêjin malbata Barzanî’ peyaman ji me re dişînin. Em jî ji samîmiyeta wan bawer dikin, lê ev wiha nabe. Eger dilsozê gelê xwe ne, destpêkê divê partiya xwe rexne bikin. Divê bêjin, ‘Ey rêveberiya PDK’ê çima tu vî welatî pêşkêşî dagirkeran dikî, ma me ev qas berdêl dan da ku dewleta Tirk were dagir bike, ma ji ber vê yekê xwîna me rijiya’ û bertekê nîşan bidin. PDK bi kiryarên xwe yên heyî dixwaze hemû endamên PDK’ê di bin tohmetê de bihêle. Em dixwazin bi vî rengî bersiva yên ji me re peyam şandine, bidin.”