Rojnamevan: Li dijî êrişên dewleta Tirk divê tedbîr bêne wergirtin

Rojnamevan û saziyên çapemeniyê yên li Şengalê êrişa dewleta Tirk a li Şengalê ya li ser wesayita çapemeniya azad şermezar kriin û ji bo wergirtina tedbîrên ewlekariyê yên rojnamevanan bang kirin.

DAXUYANIYA ROJNAMEVANAN A TÊKILDARÎ ÊRIŞÊ

Nerazîbûnên li dijî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser rojnamevanên Şengalê zêde dibin. Rojnamevan û endamên saziyên çapemeniyê yên Şengalê bi daxuyaniyekê êriş şermezar kirin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Em rojnamevanên Şengalê êrişa li dijî wesayîta ragihandinê ku tê de tîma ÇIRA TV a Şengalê hebû bi tundî şermezar dikin. Ev kiryar binpêkirina tevahî nirxên mirovahî û exlaqî ye, çapemeniya azad hedef digire û ew êriş gefan li ewlehiya rojnamevanên erkên xwe yên pîşeyî yên veguhastina rastiyê ji welatiyan re dikin dixwin.

Em teqez dikin ku pêwîst e parastina rojnamevan û nûçegihanan di dema pêkanîna erkên xwe de were kirin. Her wiha em bang li aliyên têkildar dikin ku ji bo ewlehiya rojnamevanan divê tevî guncaw werin girtin. Li kêlek wan jî em bang dikin ku lêpirsîneke lez û zelal têkildarî vê bûyerê were kirin û sûcdar ji edaletê re bên pêşkêşkirin da ku cezayên xwe bibin.

Êrişên li dijî rojnamevanan êrişa li dijî azadiya nêrîn û mafên mirovan di wergirtina agahiyan de ye. Em teqez dikin li dijî tevahî şêweyên tundî û terora li dijî rojnamevanan bisekinin. Em bi hev re azadiya rojnamegeriyê û parastina rojnamevanan li tevahî cîhanê xurt bikin."