KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dagirkeran heremêke Kerboranê 'qedexe' kirin
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Deywan ê Kerboranê “qedexeya derneketina derve” ragihandin. Di encama serdegirtina malan de 4 kes hatin binçavkirin. -
Operasyona dagirkeriyê: Li Bagokê tevgera helîkopterên leşkerî
Li herêma Çiyayê Bagokê ku operasyona dagirkeriyê lê hatiye destpêkirin, tevgera helîkopterên leşkerî heye. -
Çarçoveya Hemahengî: Dewleta Tirk 50 baragehên nû ava kir, di hefteyekê 100 binpêkirin
Yek ji rayedarên Çarçoveya Hemahengî Cebar Omer ragihand ku dewleta Tirk a dagirker herî kêm 50 baragehên nû yên leşkerî ava kiriye û 5 ji van pir mezin in. Hat diyarkirin ku di hefteyekê de 100 caran serweriya Iraqê hatiye binpêkirin. -
Li Amêdiyeyê dîmenê sewqiyata bi helîkopterê
Dewleta Tirk di hefteyên dawî de sewqiyateke zêde li Başûrê Kurdistanê pêk tîne. Dîmenê helîkoptera ku li Amêdiyeyê sewqiyatê dike, hate weşandin. -
Dewleta Tirk li Biradostê bombe li qada sivîl barand: 2 kes birîndar bûn
Hêzên dewleta Tirk a dagirker ku bi veguhestina hêzeke mezin a leşkerî ya ber bi Başûrê Kurdistanê êrişên xwe yên dagirkeriyê zêde kiriye, li Biradostê bombe li qadên sivîl barandin, 2 sivîl birîndar bûn. -
Petrola Kurd bi awayekî qaçax derbasî Îran û Tirkiyeyê tê kirin: Dahateya wê li ku ye?
Li gorî ajansa nûçeyan a Reuters’ê, nûçeyek a lêkolînê weşand û diyar kir ku her roj ji Başûrê Kurdistanê ber bi Tirkiye û Îranê ve bi awayekî qaçax petrol tên şandin. -
Dîmenê helîkoptera Skorsky a hate xistin
Gerîla TV dîmenê helîkoptera bi tîpa Skorsky weşand ku di 10'ê Tîrmehê de li Girê Baharê hate xistin. -
Dîmenê çalakiya li Amediyê
Dîmenê çalakiya li derdora gundê Kanê yê Amediyê hate weşandin, ku ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo ve li hemberî qemyoneke ji alavên leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker hate lidarxistin. -
KCK'ê şehîdên Komkujiya Geliyê Zîlan bi bîr anî
KCK'ê got, "Di vê demê de ku em Komkujiya Geliyê Zîlan bi bîr tînin, êrişên qirkirinê yên li Kurdistanê û xiyaneta hevkariya êrişan şermezar dikin, bang li gelê xwe dikin ku li dijî xiyanet û dagirkeriyê rab berxwedana topyekûn." -
'Divê em xwepêşandanan li dijî dagirkeriyê bikin'
Dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker berdewam e. Endam û alîgirên Partiya Komunîst a Kurdistanê li ser vê rewşê fikarên xwe anîn ziman û gotin: "Dewleta Tirk xwedî zihniyeteke dagirker e û çavê wê li her derê cîhanê ye da ku dagir bike." -
Cenazeyê rojnamevanê Çira FM'ê bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyê cangoriyê çapemeniya Êzidxanê Mirad Mîrza bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
KCK: Eger em bi ruhê 14’ê Tîrmehê li ber xwe bidin, teqez wê dijmin têk biçe!
KCK: Li dijî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk û tifaqa AKP-MHP-PDK-DAÎŞ’ê, divê mirov bi ruhê 14’ê Tîrmehê bisekine. Eger em bi ruhê 14’ê Tîrmehê bi topyekûn li ber xwe bidin, teqez wê dijminê qirker û mêtinger têk biçe. -
Rojnamevanê di êrişa dewleta Tirk de birîndar bû, şehîd ket
Rojnamevan Mirad Mîrza ku di êrişa dewleta Tirk a li ser Şengalê de birîndar bû, şehîd ket. -
'Elî Kanîroj û hevrêyên wî heqîqet û azadî nîşan dan'
Fermandarê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê Elî Kanîroj û Xemgîn Amed, Helgûrt Bagok ji aliyê hevrêyên xwe ve hatin bîranîn. -
Nexweşê penceşêrê Zulkuf Atay hat binçavkirin
Zulkuf Atay ê ku ji ber penceşêra kolonê kemoterapiyê dibîne, bi hinceta ku dema taloqkirina cezayê wî ya 6 mehan bi dawî bûye hat binçavkirin. -
Li Çiyayê Bagokê êrîşa dagirkeriyê destpê kir
Dewleta Tirk a dagirker li bejahiya Çiyayê Bagokê operasyon da destpêkirin. -
PKK: Roj roja parastin û azadkirina Kurdistanê ye!
Komîteya Rêveber a PKK'ê: Roj roja li ser Xeta Berxwedana Fedayî ya 14’ê Tîrmehê berxwedan û serketina li dijî êrîşên AKP-MHP-PDK-DAÎŞ'ê ye. Roja girtina rêya dagirkerî û îlhaqa faşîst-qirker û roja parastin û azadkirina Kurdistanê ye.” -
Kampa Aştî ya li Erbetê bi temamî hate girtin
Kampa Aştî ya li navçeya Erbet a Silêmaniyeyê ku piraniya koçberên lê bûn Şengaliyên di dema fermanê de koçber bûbûn, hate girtin. Di daxuyaniya çapemeniyê de hêvî û bendewariya ji bo girtina kampên li Dihokê hate bilêvkirin. -
Partiya Komunîst a Kurdistanê li dijî dagirkeriyê çalakî kir
Li bajarê Hewlêrê beşek ji endam û kadroyên Partiya Komunîst a Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê xwepêşandan lidar xistin û banga pêşîgirtina li êrişên dewleta Tirk kirin. -
Êrişên dagirkeriyê yên Tirk: Şandeyeke payebilind a Bexdayê li Hewlêrê ye
Hikumeta Bexdayê ku êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir, şandeyeke ewlekariyê ya payebilind ji bo lêkolînkirinê şand Başûrê Kurdistanê. -
Çalakiyên ji bo bîranîna 14'ê Tîrmehê: Helîkoptereke Skorsky hate xistin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo bîranîna Şehîdên 14'ê Tîrmehê çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de helîkoptereke bi tîpa Skorksy û 2 drone hatin xistin, derb li konteynirek û konekî hate xistin. -
Gerîlayan helîkopterek xistin
Li Girê Baharê helîkoptereke artêşa Tirk a dagirker hate xistin. -
HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
HPG'ê ragihand ku 2 gerîla 4'ê Hezîranê li Wanê şehîd bûn û got, "Bi canê xwe nîşan dan ku sekn û berxwedana bi milîtaniya fedaî ya Apoyî divê çawa be." -
PDK'ê 3 rojnamevanên êrişên dagirkeriyê dişopandin revand
Ajansa Medyayê ya Zoom ragihand ku nûçegihana wan Hejîn Fetah, kameraman û ajokarê pê re hatin revandin. -
Li Deriyê Sînor ê Serzêrê veguhestina leşkerî
Dewleta Tirk a dagirker ji navçeya Çelê ya Colemêrgê leşkeran derbasî Başûrê Kurdistanê dike.