Asayîşa Êzidxanê der barê êrîşê de daxuyanî da

Asayîşa Êzidxanê daxuyand ku êrîşa hewayî ya li dijî wesayîta komek rojnamevanên Êzidî ya li Şengalê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye kirin.

ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ YÊN DEWLETA TIRK

Rojnamevanên Şengalê ji bo derbarê 10’emîn salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de hevdîtinê pêk bînin çûn bajarokê Til Qeseb ê Şengalê, di dema vegerê de wesayîta wan li navenda Şengalê rastî êrîşa bombeyî hat.

Asayîşa Êzidxanê ku li cihê bûyerê lêkolîn kir, ragihand ku êrîş ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye kirin. Asayîş ragihand ku di êrîşê de nûçegihanê Çira TV Medya Hasan Kemal, Nûçegihanê Çira FM Murat Mîrza Îbrahîm, ajokarê wesayîtê Xelef Xidir û sê kesên li nêzî cihê bûyerê Ziyad Eliyas Qasim, Mecîd Cemal Reşo û Zîlan Ziyad Eliyas birîndar bûn. 

Hate ragihandin ku Mûrat Mîrza Îbrahîm ê ku birîndar bû, demeke dirêj xebatkarê Çapemeniya Azad e. Aqûbeta birayê wî yê ku di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatiye revandin hêj ne diyar e û xwişkek wî paşê hatiye rizgarkirin.