Dewleta Tirk li Xabûrê bi destê cerdevanan daran dibire

Dewleta Tirk a dagirker li Xabûr 2 a navbera navçeyên Qilaban û Elkê yên Şirnexê bi destê cerdevanan dest bi birîna daran kir.

Dewleta Tirk salên dawî li gelek herêmên Kurdistanê bi armancên leşkerî xwezayê talan dike.

Li herêmên çiyayî yên Besta, Cûdî û Gabarê yên Şirnexê bi hinceta 'ewlekariyê' dar têne birîn. Niha jî li herêma Xabûr 2 dar têne birîn.

Cerdevanên artêşa Tirk li Xabûr 2 a navbera navçeyên Elkê û Qilabanê dest bi birîna daran kirin.

Darên têne birîn bi traktoran li ser rê têne komkirin û ji vir jî bi qemyonan ber bi deverên cuda ve têne birin. Dîmenê birîna daran û veguhestina wan hate kişandin.