Rapora li ser şewatê: Xemsarî û astengî felaket mezin kir

Rêxistinên ekolojiyê bi pêşengiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li ser şewata li Amed û Mêrdînê raporek amade kirin ku di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.

RAPORA LI SER ŞEWATÊ

Rêxistinên ekolojiyê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê ku di 25’ê hezîranê de bi pêşengtiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê hatin gel hev, têkildarî lêkolîna xwe ya derheqê şewata di 20’ê hezîranê de li Amed-Mêrdînê derketî û rê li ber mirina 15 welatiyan vekirî de raporek amade kir. Di raporê de hat gotin ku saziyên weke AFAD, Midûriyeta Daristanan, Agirkujiyê û komên Tenduristiya Lezgîn a 112’ê diviya bihatina seferberkirin lê peywira xwe bi cih ne anîne. Hat gotin ku 15 kes û bi sedan zindî ji ber mudaxileya dereng jiyana xwe ji dest dane. Hat diyarkirin ku di ketina gund de cendirmeyan nehiştine ambulans derbas bibin, saziyên dewletê alîkarî nedane gel û terkî qedera xwe hatine kirin.

Di berdewamiya raporê de hat destnîşankirin ku şewat ji ber xetên ceyranê yên kontrol û temîra wan nehatine kirin derketiye. Rapor wiha dom kir: “Şêniyên dixwestin mudaxileyî şewatê bikin hatin astengkirin. Şewatê rê li ber texrîbateke mezin a ekolojiyê vekir. Zirareke mezin gihişt daristan, mêrg û qadên çandiniyê. Berhemên çandiniyê yên salekê yên gel tune bûne. Zirareke mezin gihiştiye dar, giha, hêlînên çûkan û zindiyên din. Piştî şewatê, kapasîteya axê ya girtina avê kêm bûye.”

Bi domdarî hat diyarkirin ku DEDAŞ û îktîdarê ji bo vemirandina şewatê tu mudaxile nekirine, rê li ber mirina welatiyan vekirine û texrîbateke cidî gihiştiye ekosîstemê. Hat gotin ku neşandina helîkopterên bi şev dibînin jî nayê qebûlkirin. Rêxistinan gotin ku berpirsyar eşkere ne û divê hesab jê were pirsîn. Di berdewamê de tevdîrên ji bo pêşîlêgirtina şewatan hatin rêzkirin û wiha hate gotin: “Divê planeke karesatê ya demdirêj ji bo welatiyên zirar gihiştiye bê amadekirin, divê sewal terkî mirinê neyên kirin, mafên tedawî û jiyanê yên heywanan bên naskirin û bikevin meriyetê, ji bo jinûvezindîkirina ekosîstemê xebat bên kirin, ji bo xak bêhna xwe vede divê xebatên başkirinê yên cuda bên meşandin, ji bo pêşîlêgirtina şewatên nû hewceye xebatên ceyranê yên binesaziyê û kontrolkirinê bên kirin û gel were perwerdekirin, divê di mehên tîrmeh-tebaxê de amadekariyên vemirandina şewatan bên kirin, rêyên şewatê bên vekirin û komên mudaxileya ewil li çoltaran bên bicihkirin.”