KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Meşa hurmeta ji îradeyê re' di qonaxa dawî ye
'Meşa hurmeta ji îradeyê re' ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê destpê kir, bi 10 kîlometreyên dawî dewam dike. Di meşê de li dijî polîtîkayên desthilatdariyê û mejiyê talanker banga têkoşînê hate kirin. -
Li Şengalê êrişa hewayî: 2 jê rojnamevan 4 kes birîndar bûn
Li Şengalê di encama êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de 2 jê rojnamevan 4 kes birîndar bûn. -
'Keç û xortan li dijî dagirkeriyê çek hilgirtine'
Hemwelatiyê bi navê Bextiyar Mam Hemîd da xuyakirin ku hemû civak li dijî dewleta Tirk a dagirker xebatên çekdarî û îdeolojîk dimeşînin û got: “Keç û xortan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çek hilgirtine û ji bo doza azadiyê şer dikin.” -
Meşvanên 'Hurmeta ji îradeyê re' wê daxuyaniyê bidin
Çalakvanên 'Meşa hurmeta ji îradeyê re', piştî ku gihîştin navenda Colemêrgê wê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. -
Kolberek ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin
Di encama hêzên dewleta Îranê de kolberekî jiyana xwe ji dest da, 6 kolber jî birîndar bûn. -
‘Axa me şerefa me ye û divê em li dijî dagirkeriyê bêdeng nebin’
Êrîş û dagirkeriyên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Başûrê Kurdistanê berdewam in. Hemwelatiyên başûrê Kurdistanê li ser vê mijarê helwest û bertekê nîşan didin û dibêjin: “Axa me şerefa me ye û divê em li dijî dagirkeriyê bêdeng nebin.” -
Çalakiyên hewayî: 8 dagirker hatin cezakirin, 7 çeper û 4 kon hatin îmhakirin
Yekîneya Şehîd Dogan Zinar li Zapê 4 çalakiyên hewayî lidar xist. Di van çalakiyan de hate tespîtkirin ku 8 dagirker hatin cezakirin, 7 çeper û 4 kon hatin îmhakirin. -
'Pêwîst e li dijî dagirkeran em hemû bibin yek'
Rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê li dijî êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê helwest nîşan dan û gotin: “Pêwîst e li dijî dagirkeran em hemû bibin yek.” -
Neviyê Şêx Seîd: Bila gelê Kurd li ber PDK'ê rabe
Neviyê Şêx Seîd û Şaredarê berê yê Xinûsê Hasan Basrî Firat diyar kir ku PDK êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ji nedîtî ve tê, hevkariyê pê re dike û bang kir ku li dijî PDK'ê helwesteke hevpar bê nîşandan. -
Artêşa Tirk a dagirker gundên Başûr dişewitîne
Ji ber bomberbarana artêşa Tirk a dagirker li gelek gundan şewat derket. Welatiyên ku dixwazin bi derfetên xwe agir vemirînin ji aliyê PDK'ê ve tên astengkirin. -
‘Qeyûm pergala derqanûnî û diziyê ye’
Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrdînê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê meşek li dar xist û desteserkirina vîna gel protesto kir. -
"Meşa Rêzigirtina ji Vînê re" di roja 8'emîn de bi meşa meşaleyî temam bû
"Meşa Rêzigirtina ji Vînê re" di roja 8'emîn de bi meşa meşaleyî bi dawî bû. Di meşê de bêyî navber dirûşma "Bijî Serok Apo" hat berzkirin. -
Weşanxaneyên Kurd xwe ji bo damezrandina komeleyê bi rêxistin dike
Weşanxaneyên Kurd piştî komxebeta di meha Gulanê de 6-7'ê Tîrmehê li navçeya Sûra Amedê li hev civiyan û komxebeta duyem li dar xistin. -
Ji ber bombebarana artêşa Tirk herêma Rêkanyan dişewite
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêma Rêkanyan rê li ber şewatê vekir. -
‘Meşa rêzgirtina ji vînê re’di roja 8’emîn de didome
Di 3’yê hezîranê de li Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya DEM Partiyê de hatibû desteserkirin û li dijî desteserkirinê “Meşa rêzgirtina ji vînê re” hatibû destpêkirin. Meş di roja 8’emîn de didome. -
Dewleta Tirk a dagirker ber bi Amediyê ve sewqiyeta leşkerî ya nû kir
Di hefteyên dawî de dewleta Tirk a dagirker ji bo Başûrê Kurdistanê bênavber sewqiyata wesayîtên zirxî û leşkerî dike. Şeva Şemiyê û Yekşemê ji bo Amediyê sewqiyetên nû hatin kirin. -
HPG: Dewleta Tirk bombeyan li gundan dibarîne ji bo vala bike
HPG'ê ragihand ku dewleta Tirk ad agirker ji bo gundên li Başûrê Kurdistanê vala bike û şêniyên herêmê koçber bike bombeyan li gundan dibarîne. -
'PDK bi eşkere li ser xeta xiyanetê ye'
Endamên Tevgera Azadiya Kurdistanê têkildarî êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk axivîn û gotin "PDK rê li ber dagirkeriya dewleta Tirk vedike." -
Dîmenê îmhakirina wesayita zirxî
Gerîla TV dîmenê çalakiya 5'ê Tîrmehê weşand ku di encamê wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî hate îmhakirin. -
HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Xakurkê şehîd bûne, eşkere kir û got: “Em soz didin ku di şexsê wan de, bibin layiqê bîranîna hemû şehîdên xwe û serketinê misoger bikin.” -
Divê gelê Başûr piştgiriyê bide gerîla
Ji bo azariyên bi sosret neyên serê gelê Başûr, niha li ser her bihusteke çiyayê Kurdistanê gerîlayên azadiyê di bin her şert û mercî de şer û têkoşîn dikin. Ji bo ev têkoşîn bi serkeftinê bi encam bibe, divê gelê Başûr piştgiriyê bide gerîla. -
KCK'ê bang kir: Berxwedana topyekûn a li dijî dagirkeriyê mezin bikin
KCK'ê diyar kir ku piştgiriya vekirî ya PDK'ê ya ji bo dagirkeriya dewleta Tirk û tevlîbûna hikumeta Iraqê ya bi lihevkirinan rewşeke cidî û metirsîdar e û bang li her kesî kir ku li dijî dagirkerî, xiyanet û qirkirinê berxwedana topyekûn mezin bike. -
Dîlekçî: Di meşê de motîvasyoneke mezin heye
Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî diyar kir ku gel bi dilgermî û coş meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re pêşwazî dike û got, "Di meşê de motîvasyoneke mezin heye." -
Ji bo Vedat Aydin ê ji aliyê dewletê ve hatî qetilkirin, hatin ba hev
Endamên ÎHD’ê û xizmên windayan ji bo siyasetmedarê Kurd Vedat Aydin ê beriya 33 salan ji aliyê dewleta Tirk ve hatî qetilkirin, hatin ba hev. -
Li Zapê 4 dagirker hatin cezakirin, wesayîteke Kîrpî hate îmhakirin, derb li Skorsky hate xistin
Li Zapê di çalakiyên gerîla de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin, wesayîteke bi tîpa Kîrpî hate îmhakirin û derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin.