Cezayê girtîgehê li 4 mamosteyên Kurd hate birîn

Dadgeha Merîwanê 4 meh cezayê girtîgehê li 4 mamosteyên Kurd birî. Tevna Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku êriş, gef û zextên dewleta Îranê yên li ser daxwazên azadiyê dewam dikin.

CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ LI MAMOSTEYAN

Li gorî Tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihandî di 31’ê Hezîrana îsal de li Dadgeha Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê, runiştina doza 4 mamosteyên Kurd yên bi navê Aram Qadirî, Aram Mihemedî, Tehsîn Mistefa û Seywan Silêmanî hate lidarxistin.

Hate diyarkirin ku ji bo her yek ji mamosteyan 4 meh cezayê girtîgehê hatiye birîn.

Her wiha hate ragihandin ku mamosteyên ku hatine cezakirin endamên Encûmena Pîşeyî ya Mamostayên Kurdistanê-Merîwanê ne.

Herî dawî hate eşkerekirin ku ev mamoste bi tometa ‘propagandaya dijî hikûmetê’ hatine cezakirin.

Hêjayî gotinê ye ku mamoste Aram Qadir û Tehsîn Mistefa sala bihurî ji ber beşdarî çalakiyên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bibûn, ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Perwerde û Fêrkirinê ya Parêzgeha Kurdistaniyan ve ji lîsteya ‘yasaya sîstema pilebilindkirina mamostayan’ hatin derxistin.