Dayikên Şengalê: Kes nikare Çira me vemirîne

Dayikên Şengalê li ber êrişa dewleta Tirk a li ser kedkarên çapemeniya Şengalê rabûn û gotin, "Kes nikare Çira ya me vemirîne."

Têkildarî êrişa hewayî ya dewleta Tirk a li navenda Şengalê ku di encamê de nûçegihanên Çira TV û Çira FM'ê jî di nav de 6 kes birîndar bûn, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi beşdariya komek ji dayikên Şengalê li navçeya Dugirê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Bi navê TAJÊ Endama TAJÊ ya Meclisa Serdeştê Dayê Kinê Xidir axivî. Dayê Kinê êrişa li dijî ragihandina azad şermezar kir û got: “Îro kedkarên televizyona Çira TV’yê hatin hedef girtin. Eger dijmin hemû bibin yek jî, wê nekarin Çira’ya me vemirînin, wê ev Çira her geş be.”

Dayê Kinê daxuyakirin armanca ji van êrîşan pêşî lê girtina vegera Êzidiyan li ser cih û warê xwe ye û wiha pêde çû: “Eger top jî deynin pêşiya malbatan ewê vegerin Şengalê. Eger yek tenê jî ji me bimîne, wê li berxwe bide.”

Di dewama daxuyaniyê de Dayê Kinê şifaya lezgîn ji birîndaran re xwest û wiha axivî: “Îradeyeke me heye û wê nekarin bi me. Ji ber îradeya me YBŞ-YJŞ û Asayîşa me ye û berxwedana jinên Êzidiye. Em nêzî roja reş a fermanê dibin, lê dijmin nahêle birînên me bikewin. Her kî destê xwe di vê xiyanetê de hebe, dê werin dadgehîkirin. Emê hesabê ji wan bixwazin, bila ji me bitirsin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya, ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ bi dawî bû.