BI DÎMEN

Rahîb Joe Ryan: Abdullah Ocalan lîdereke ku îlham dide mirovan

Yek ji rahîbên teqawid ê Serpîskopostiya Westminster a Londonê Joe Ryan diyar kir ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îlham dide mirovan. Ryan nerazîbûn nîşanî tecrîdê da û got: “Ev tiştekî ne mirovî ye.”

PÊNGAVA JI ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ

Li paytexta Îngilistan Londonê, Rahîb Joe Ryan zêdeyî 20 salan li Serpîskopostiya Westminster’ê kar kir û di demek nêz de teqawid bû. Rahîb Joe Ryan bi armanca piştevaniya xwe ji pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” re, kartpostalek şand Girava Îmraliyê.

Ryan diyar kir ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo bidawîkirina şer û tundiyê, îlhamê dide mirovan û got, ew jî dixwaze bibe parçeyekî vî fikrî.

Ryan ku rahîbekî katolîlek e, dema li Serpîskopostiya Westminster’ê wezîfe dikir, Serokatiya Komîsyona Edalet û Aştiyê kir. Joe Ryan got, wezîfeya wî ya li wir aştî û edalet e û ragihand ku bi taybetî ji bo azadiya Efganistanê wan gelek kampanya meşandin.

Ryan gelê Kurd baş nas dike û têkildarî pirsgirêka Kurd, fikarên wî yên cidî hene.

Ryan bilêv kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cara ewilî di sala 2009’an de bala wî kişand û ket ferqê ku Abdullah Ocalan li girtîgeheke giravê tê ragirtin û tecrîd li ser tê pêkanîn. Ryan destnîşan kir ku ew bi pirsgirêka Kurd re eleqeder dibe û ji bo vê yekê gelek caran serdana Tirkiyeyê kiriye. Ryan ev tişt got: “Weke Komîsyona Edalet û Aştiyê di serdanên me yên Tirkiyeyê de me xwest serdana girtîgeha Îmraliyê bikin. Helbet rêyeke vê nebû. Lê min derfet dît ku gelê Kurd hîn baştir nas bikim. Min di statuya çavdêrvanekî navneteweyî de doza (doza KCK’ê) ku di sala 2010’an de 110 siyasetmedarên Kurd têde dihatin darizandin, şopand. Helbet tiştên ku me dîtin, ne tiştên rewa bûn. Kesên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, dihatin girtin.”

‘ABDULLAH OCALAN RONAHIYA PÊŞENG A CIVAKA KURD E’

Ryan ragihand ku serdan û çavdêriyên wî yên li Tirkiye û Kurdistanê, ew bi fikar kiriye û bilêv kir ku bi salan hewl daye piştevaniya xwe ya bi gelê Kurd re nîşan bide. Ryan diyar kir ku pêngava ku 10’ê Cotmeha 2023’yan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, girîng e û bi bîr xist ku di encama kampanyaya sala 2012’an de hatî destpêkirin, zêdeyî 10 milyon îmze hatin berhevkirin û şandeyekê ev îmze li Strasbourg’ê radestî Konseya Ewropayê kirin. Ryan got ku ew jî di nav wê şandeyê bû û destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ji civaka Kurd re ronahiyek pêşeng e.

Rahîb Ryan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pênase kir: “Tişta ku ez her tim dibêjim ev e ku Abdullah Ocalan Nelson Mandelayê civaka Kurd e. Weke kesekî ku dîroka Nelson Mandela dizane, pêwîst nake ez êdî şîrove bikim. Ji berê û heta niha ez dixwazim peyameke xurt bidim, her tiştê ku tevkariyê li azadiya Abdullah Ocalan bike, bînim ziman û bibim parçeyekî vê yekê. Tevî ku navbera Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê de 40 milyon Kurd hene, xak û herêmeke ayîdê civaka Kurd nîne û helbet ji aliyê Kurdên li hemû cîhanê li dîasporayê ve jî ev wisa ye. Abdullah Ocalan li seranserî cîhanê analîstek e, ji xeynî vê fikrên wî yên ji bo bidawîkirina şer û tundiyê îlhamê didin mirov. Min ev fikir tim entelektuel dîtine. Lê îlhama ku ji girtîgeha Îmraliyê dayî, bê hempa bû û hewl da ku fêm bike ev pêvajo hemû ne têkildarî netewê ye, têkildarî mirovan e û dîsa hewl da ku fêm bike mirov xwedî azadiya xwe ne, xwedî ziman û dîroka xwe ne û ew ji van hemûyan re rêz nîşan dide… Helbet tişta ku li Tirkiyeyê diqewime, ne ev e. Lewma ez jî dixwazim bibim parçeyekê her tiştê ku îlhamê bide gotinên Abdullah Ocalan. Ez fikrên wî weke çavkaniyeke îlhamê ya mezin dibînim.”

‘TECRÎD NE MIROVÎ YE’

Ryan bertekek tund nîşan da ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîda mutlaq de tê ragirtin û got: “Ev tişteke dermirovî ye û ev yek tê wateya binpêkirina hemû qanûnên peymanên navneteweyî. Mirovek evqasî tê îzolekirin! Ji ber vê yekê ez pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ gelekî girîng dibînim û ji bo piştgirî dayîna vê pêngavê û bûyîna parçeyekî wê, tişta ji destê min were ez ê bikim.”

Yek ji rahîbên teqawid ê Serpîskopostiya Westminster a Londonê Joe Ryan destnîşan kir ku ew ê karpostalekê bişîne Girava Îmraliyê. Ku ev karpostal nîşan dide ew jî tevlî perspektîfên wî yên ji bo aştiyê dibe û parçeyekî van perspektîfan e.