Şîwanî: PDK nahêle waliyekî Kurd bê hilbijartin

Wezîrê Edaletê yê Iraqê diyar kir ku Walîtiya Kerkûkê dikare ji Kurdan be, lê belê PDK li pêşiya vê yekê dibe asteng.

WALIYÊ KERKÛKÊ

Wezîrê Edaletê yê Iraqê Xalid Şîwanî têkildarî nediyarkirina waliyê Kerkûkê got, "Em Kurd li Kerkûkê xwedî piraniya endam û dengan e ku karibin waliyekî Kurd hilbijêrin. Lê belê PDK'ê ev yek asteng kir. Eger li Kerkûkê waliyekî Kurd hatibûya diyarkirin, ji sedî 50 ê polîtîkayên Erebkirina bajêr wê bihata astengkirin."

Xalid Şîwanî anî ziman ku gelê Kurd niha tenê xwe diparêze û xelkê Kerkûkê berdêla şaşitiyên siyasî dide.

Ji bo diyarkirina meqamên rêveberiyê yên bajarê Kerkûkê sibe saet di 13:00 de wê li avahiya Meclîsa Kerkûkê civîna destpêkê ya Meclîsa Giştî ya Bajêr a Kerkûkê pêk were.