KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG’ê şehîdên Serhedê bi rêzdarî bibîr anî
HPG’ê 3 gerîlayên şehîd bibîr anî û got, “Bi qasî têkoşîna xwe ew ê bi şehadetên xwe jî her dem ji bo me hevrêyan pêşeng bin.” -
Li herêma Biradostê dagirkeriya leşkerên dewleta Tirk
Hat ragihandin ku li herêma Biradostê ya Başûrê Kurdistanê leşkerên Tirk di bin parastina PDK’ê de tevdigerin û gel bêzar dikin. -
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gund barand
Artêşa Tirk a dagirker duh bi şev bombe li gundê Guherzê yê navçeya Amêdiye yê Duhokê barand. Di êrîşê de gelek malan zirar dîtin. -
Li gundê Bilêxşê yê Kercewsê serdegirtin û binçavkirin
Li gundê Bilêxşê yê Kercewsê, leşkerên artêşa Tirk a dagirker bi ser malan de girtin û gund dorpêç kirin. -
Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re, di roja 7’an de ye
“Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re” ya ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê hatî destpêkirin, di roja 7’an de dewam dike. Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Feray Mertoglû wiha got: “Bila her kes li dijî vê bêmafî û bêhiqûqiyê deng derxîne.” -
Jinên bûne şahidê şewatê: Leşker kesên hatin alîkariyê asteng kirin
Jinên bûne şahidê şewatê diyar kirin ku leşkeran kesên ji bo alîkariya gundên ji şewatê bandor bûne hatin, asteng kirine û wiha gotin: “Ne av û ne jî ceyranê didin gundên me. Em bi salan in vê zilmê dikşînin.” -
‘Êrîşên dagirkeriyê bi berxwedaneke topyekûn dikarin bên rawestandin’
Partiya Karkerên Komunîst a Kurdistanê diyar kir ku rêveberên DYA, Hewlêr û Bexdayê berpirsyarê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk in û got: “Gelên azadîxwaz bi berxwedaneke topyekûn dikarin êrîşên dagirkeriyê rawestînin.” -
Artêşa Tirk a dagirker gundên Başûrê Kurdistanê dişewitîne
Di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker a li Girê Amediyê bi cih bûye de gundên li berpalên Çiyayê Garê şewat derket. Xelkê herêmê ku agir bi bexçeyên wan ket, xwestin şewatê vemirînin lê ji aliyê rayedarên PDK’ê ve hatin astengkirin. -
Li dijî dagirkeriya li Iraq û Başûrê Kurdistanê, kampanyaya navneteweyî
Li dijî dagirkerî û sûcên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê, kampanyayek hate destpêkirin. Ku di vê kampanyayê de xîtabî gelê Iraqê, hikûmet û parlamentoya Iraqê û Neteweyên Yekbûyî tê kirin. -
Girtiyê ku li ber mirinê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
Mehmet Emîn Soyal ê 78 salî ê ku tevî nexweşiyên xwe yên giran hatibû rehîngirtin û li ber mirinê hatibû tehliyekirin, jiyana xwe ji dest da. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya li Zapê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li Zapê weşand ku ji aliyê hêzên YJA Starê ve hate kirin. -
Gerîla bênavber lê dide: 18 çalakî hatin kirin
Hêzên gerîla bi çalakiyan bersivê didin êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li herêmên Zap, Metîna û Xakurkê 18 caran çalakî kirin. -
Têkildarî 'Tecrîda li Îmraliyê' serî li Baroya Semsûrê hate dayin
Parêzerên OHD'î li dijî tecrîda li Îmraliyê serî li Baroya Semsûrê dan û jê xwestin, "Li cih lêkolînê bike." -
Meşa hurmeta ji îradeyê re: Nûda Karker hate bîranîn
Meşvanên 'Meşa hurmeta ji îradeyê re' gihîştin Elbakê. Meşvanan Nûda Karker li cihê lê ji dayik bû, bi bîr anîn. -
Sewqiyata artêşa Tirk a dagirker dewam dike
Sewqiyata leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker a li Başûrê Kurdistanê dewam dike. Dagirkeran bi dehan wesayitên zirxî ji gundê Sergelê derbasî Amediyê kirin. -
HPG: Bi amûrên hewayî 4 çalakî hatin lidarxistin
HPG’ê ragihand ku ji aliyê Yekîneya Şehîd Axîn Mûş ve 4 çalakiyên hewayî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin, wesayîteke bi zirxî ya bi tîpa Kîrpî û cepxaneya ayîdê dagirkeran, hatin îmhakirin. -
Şengalî li dijî dagirkeriyê meşiyan: Em bi gerîlayên berxwedêr re ne
Xelkê Şengalê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê, bi dirûşmeya “li dijî dagirkerî û xiyanetê dem dema berxwedanê ye” meş lidar xist û got: “Gerîla parêzvanên Kurdistan û Êzidxanê ne.” -
Çar dilsozên Botanê, xeta agirê Çaran vejiyandin
Brûsk, Çekdar, Kamûran û Dilsoz weke Agirê Çaran li zindana Amedê bilind bû, canfedayitiya xwe binkeftina dagirkeriyê dane jiyîn. Van her çar qehremanên dilwêrek carek din serketina ruhê berxwedaniyê misoger kirin. -
Yaray: Em ê êdî nehêlin ku ya gel bidizin
Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sûltan Yaray diyar kir ku endamên bankamatîkê dişînin pêşiya şaredariyên wan, bi vî rengî provokasyonê dikin û got, "Ev mejî wê winda bike. Em ê nehêlin ku ya gel bidizin." -
Dewleta Tirk li Dihokê gund bombe kir, gel banga alîkariya lezgîn kir
Dewleta Tirk a dagirker gundê Sergelê yê navçeya Amediyê ya Dihokê bombe kir û di encama bombebaranê de şewateke mezin derket. Gel banga alîkariya lezgîn kir. -
Dagirkeran êrişî Girê Bahar kirin, gerîla bi çalakiyan bersivê dide
Artêşa Tirk a dagirker ji hewayî û bejahî ve êrişeke giran li ser Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a li Zapê kir. Hêzên PDK'ê jî piştgirî dan êrişê. Hêzên gerîla jî bi çalakiyan bersivê didin êrişên dagirkeriyê. -
Li ser rêya Amed-Êlihê qeza: 14 kes birîndar bûn, rewşa 3 ji wan giran e
Li ser rêya Amed-Êlihê mînîbusek û pîkapek li hev qelibîn. Di encamê de 14 kes birîndar bûn ku yek jê zarok e. -
'Meşa hurmeta ji îradeyê re' bi sirûd û govendê dewam dike
'Meşa hurmeta ji îradeyê re' ku berê xwe li Colemêrgê ye, di roja 5'emîn de bi sirûd û govendê dewam dike. -
Dewleta Îranê li Şino binçavkirinan didomîne: Agahî ji 5 kesan nayê girtin
Dewleta Îranê li Şino 2 kesên din binçav kir. Agahî ji 5 kesên di rojên dawî de hatine binçavkirin nayê girtin. -
Fedaiyên mezûn bûn: Em ê bi şêwaza Zîlan şer bikin
Fedaiyên ku dewreya perwerdeyê di 30'ê Hezîranê de temam kirin, di merasîma mezûniyetê de gotin, "Êriş li ku derê li hemberî gelê me bê kirin em ê li wir bin û bi rêbaza Zîlan bi ser bikevin."