Dewleta Tirk nuqteyeke pêşmergeyan a li Sergelê bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker nuqteyeke hêzên PDK’ê yên li Sergelê bombebaran kir. Hate diyarkirin ku hinek pêşmerge birîndar bûne.

ÊRÎŞÊN DAGIRKIRINÊ

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê zêde kir. Artêşa Tirk li aliyekî herêmê bombebaran dike û li aliyê din jî polîtîkaya dagirkirin û valakirinê didomîne.

Dewleta Tirk a dagirker nuqteyeke pêşmergeyan a li Sergelê ya Dihokê ku li Çiyayê Metînayê ye bombebaran kir. Hate diyarkirin ku di encama bombebaranê de hin pêşmerge birîndar bûn.

LI AMÊDIYÊ GUNDEK DIN HAT VALAKIRIN

Hate zanîn ku gundê Mezî yê navçeya Amêdiyê hat bombekirin û piştre gund hate valakirin.

Artêşa Tirk a dagirker a ku ji 3’yê Tîrmehê ve hewl dide li Girê Baharê bi cih bibe, êrîşên xwe yên li ser herêmê zêde kiriye. Artêşa Tirk a dagirker gundê Bêsimte yê Garê jî bombebaran kir.