BI DÎMEN

'Mala Barzanî rênîşander û pêşenga xeta xiyanetê ye'

Dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst berdewam dike û gelê Başûrê Kurdistanê têkildarî vê mijarê fikarên xwe tîne ziman û dibêje: “Mala Barzanî rênîşander û pêşenga xeta xiyanetê ye.”

Dagirkeriya dewleta Tirk li dijî hemû prensîbên mirovî û exlaqî ye. Saziyên mafên mirovan û aliyên siyasî li dijî vê dagirkeriyê siyaseteke şermok nîşan didin û bêdeng in. Li ser vê  mijarê gelê başûrê Kurdistanê fikirên xwe anîn ziman û dibêjin: “Dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst sînor jê re tune ye û helwesta aliyên siyasî li gorî pêwîst nîn e.”

'PDK JI BO TÊKDANA KURDISTANÊ BI DIJMIN RE HEVKARIYÊ DIKE'

Hunermend Kara Mihemed der heqê dagirkeriya dewleta Tirk de ji ANF’yê re axivî û got: “Aşkera ye ku mala Barzanî pêşengiya xeta xiyanetê dike û destê wan di nav destên dijmin de ye ji bo têkdana jîngeh û cografya û çanda Kurdistanê. Erka her kesî ye ku li dijî vê dagirkeriyê bisekine û li hêviya aliyên siyasî nemîne Eger aliyên siyasî bi vî rengî bêdeng bin, ew ê jî biçin nav xetta xiyanetê.”

Kara Mihemed da diyarkirin ku kurmê darê xiyanetkarî ye û got: “Em naxwazin di civakekê de bin ku dagirkeriyê qebûl dike."

'DIVÊ EM CIWAN LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BIBIN BERSIV'

Muzîkjenê ciwan Pêşewa Remezan li ser dagirkeriya dewleta Tirk nirxandin kirin û wiha got: “Divê em hemû li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker rawestin. Em hemû van dagirkeran baş nas dikin, biçin ku derê,ji wê derê re dibêjin ya me ye. Ji sala 2019’an ve hewl didin cihê xwe li başûrê Kurdistanê bihêz bikin. Çawa ku li Efrînê darên zeytûnan dibin û bi kar tînin, niha jî dixwazin nefta me bibin û axa me talan bikin. Di vê demê de erka me ciwanan e ku em li dijî vê dagirkeriyê bertekan nîşan bidin. Eger em li dijî dagirkeriyê nebin bersiv, wê demê bê guman aliyên siyasî dê nekarin bibin bersiv.”