BI DÎMEN

Selam Elî: Erdogan jî wekî Sedam Hisên komkujiyê pêk tîne

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Selam Elî li ser dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker axivî û got: "Armanca Tirkiyeyê ji dagirkirina başûrê Kurdistanê ji bo dewlemendiya axa wê û statûya wê ya stratejîk e."

Gelê başûrê Kurdistanê nerazîbûna xwe li hember dagirkerî û êrîşên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker nîşan dide. Ew ji bêdengiya aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ya li hember dagirkeriya dewleta Tirk bi fikar in. Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Selam Elî têkildarî vê mijarê ji ANF’ê re axivî.

'TIRKIYE BAŞÛRÊ KURDISTANÊ WEKÎ AXA XWE DIBÎNE’

Selam Elî diyar kir ku armanca Tirkiyeyê ji dagirkirina Başûrê Kurdistanê ew e ku wê bike herêmeke leşkerî û wiha axivî: “Armanca Tirkiyeyê ya dagirkirina Kurdistanê ne nû ye, ji serdema Osmaniyan ve hewl dide wê dagir bike. Bi baweriya min dewleta Tirk baweriya xwe bi wê nexşeya siyasî nayne ku ji wan re hatiye amadekirin. Ew dixwazin wê nexşeya siyasî ya ku ji wan re hatiye danîn bi awayekî nû dîsan amade bikin. Dagirkerî û êrîşên leşkerî yên Tirkiyeyê ne ji ber PKK'ê ne, hin alî û bi taybetî PDK bi rêya medyayê dide xuyakirin ku sedema hatina hêzên Tirkiyeyê ji ber PKK'ê ye, ev yek dûrî rastiyê ye. Armanceke stratejîk a Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê heye, Başûrê Kurdistanê wek mîrateya xwe dibîne û hewl dide wê dagir bike. Mixabin PDK jî beşek e ji van dagirkeriyan. Di rastiyê de metirsiyeke mezin heye û tenê gerîla li hember metirsiyên dewleta Tirk a dagirker radiweste."

'PDK SIYASETA DAGIRKERAN PÊK TÎNE’

Selam Elî da xuyakirin ku Barzanî siyaseta Erdogan pêk tîne û got: "Pêkanîna siyaseta Erdogan dê bibe sedema jiholêrabûna PDK û malbata Barzanî, ji ber ku ev dagirkeriya Tirkiyeyê dê bi ser nekeve û têk biçe. Di van demên dawî de Erdogan hatibû Iraqê û çend peymanên leşkerî û aborî çêkiribûn. Lê belê Hikûmeta Iraqê û Iraqiyan dema ku tabloya Tirkiyeyê ya li Berwarî Bala ya ser bi parêzgeha Dihokê dît, ku li ser tabloyê hatibû nivîsîn 'Di vê herêmê de hatûçûn qedexe ye û ev axa Tirkiyeyê ye', Iraqiyan hest bi metirsiyê kir, lewma di civîna Encumena Iraqê de ya bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî li dijî dagirkeriyên Tirkiyeyê derketin. Ya girîng ew e ku divê gelê başûrê Kurdistanê û aliyên siyasî piştgiriya biryara Hikûmeta Iraqê bikin."

'HERÊMÊN DIBIN DESTHILATDARIYA PDK’Ê DE NE RADESTÎ TIRKIYEYÊ HATINE KIRIN’

Di berdewamiya axaftina xwe de Selam Elî bilêv kir ku divê gel li dijî dagirkeriyê bertekan nîşan bide û got: "Di rastiyê de demeke dirêj e tê zanîn ku PDK û malbata Barzanî herêmên di bin desthilatdariya xwe de pêşkêşî Tirkiyeyê kirine. Ya girîng ew e ku divê gel çi bike? Divê em xwe bi rêxistin bikin û li dijî dagirkeriyê derkevin, bi taybetî gelê Behdînanê gelekî şoreşger e, ew nerazîbûnên berê yên li dijî dagirkeriyên Tirkiyeyê nîşanî me didin ku gelê Behdînanê xayîntiya malbata Barzanî û qirkirina dewleta Tirk baş fam kiriye. Dewleta Tirk gundên ku niha di bin desthilatdariya xwe de ne, dike herêmeke leşkerî. Mixabin helwesteke cidî ya aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê nîn e. Divê hemû gelê Başûr li dijî dagirkeriyên dewleta Tirk derkeve, piştgiriya gerîla bike û piştgiriya gelê Behdînanê bike û dengê xwe bigihîne hemû cîhanê."

'ŞERÊ TAYBET TÊ MEŞANDIN’

Selam Elî ragihand ku niha şerê taybet tê meşandin û medya tê bikaranîn û wiha pê de çû: "Dezgeha Parastinê ya PDK’ê û MÎT'a Tirkiyeyê bi rêya malper û kanalên xwe şerê taybet dikin ji bo şikandina vîna gel. PDK bi rêya medyaya xwe propagandaya wê yekê dike ku Bafil Talabanî Kurdistan terk kiriye û Tirkiyeyê jê re gotiye ku em ê werin Silêmaniyê dagir bikin. Hemû axaftinên PDK propaganda ne û ne rast in. Ev du hefte ne dewleta Tirk di şer de ye li gel gerîlayên Kurdistanê û nekariye tu herêmeke Başûrê Kurdistanê bigire."

Selam Elî, bang li gel kir ku bertekên xwe nîşan bide û ji mamosteyên dînî xwest ku helwesta xwe nîşan bidin û diyar kir ku her kesê ku helwestê nîşan nede, diçe nav xeta xayîntiyê.

Selam Elî, di dawiya axaftina xwe de behsa berxwedana Şeladizê kir û wiha got: "Wekî çawa Sedam Hisên komkujî dikir û gund wêran dikirin, Erdogan jî heman tiştî dike. Dema ku DAÎŞ hat Mûsilê, êrîşî Iraq û Sûriyeyê kir, Erdogan bi her awayî piştgiriya wê dikir. Niha dewleta Tirk heman çete û DAÎŞ anîne Başûrê Kurdistanê, ji ber ku dizane leşkerên wê nikarin li hember gerîlayên azadiyê şer bikin û bê guman dê li hember gerîla têk biçin. Ez bawer im ev yek dê bibe dagirkeriya dawî ya dewleta Tirk; û desthilatdariya AKP û Erdogan dê bi dawî bibe û her wiha dê desthilatdariya Başûrê Kurdistanê jî bi dawî bibe ku di dagirkirina Başûrê Kurdistanê de hevkariyê dike."