Li gundê Bilexşê 9 kes hatin girtin

9 kesên ku li gundê Bilexşê yê navçeya Kercewsê hatibûn binçavkirin û berdan, piştî îtîraza dozgeriyê hatin girtin.

Operasyon ku di 22’ê Hezîranê de li gundê Bilexşê yê navçeya Kercews a Êlîhê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatibû destpêkirin, di 6’ê Tîrmehê de bi dawî bû. Li gundê ku bi rojan hat dorpêçkirin, avêtin ser gelek malan û 11 kes bi êşkenceyê hatin binçavkirin. Piştî binçavkirinê 11 kes hatin berdan.

Li ser îtîraza dozgeriyê 11 kes dîsa hatin binçavkirin. Ji 11 kesên ku bi îdiaya “alîkariya rêxistinê” hatin binçavkirin, Emîne Kaya (54),  Habîb Kaya (61), Îsa Gîtmez (60), Nedîm Kaya (62), Nezete Bolek (58), Sare Kaya (59), Yusuf Bolek (68),  Zubeyîr Şîmşek (41) ve Muhtar Murat Gelîr (24) hatin girtin. Abdulcelîl Gîtmez û Yuksel Gîtmez bi şertê kontrola edlî hatin berdan.