BI DÎMEN

Gerîla TV dîmenê SÎHA’ya ku li Asosê hat xistin weşand

Gerîla TV kêliyên xistina SÎHA ya bi tîpa AKSUNGUR a ayîdê dewleta Tirk ku li ezmanê Asosê difiriya, ji aliyê Hêzên Parastina Hewayî ya Qendîlê ve, weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekî wiha gotibû: 12'ê Tîrmeha 2024'an di saet 08:54’an de SÎHA ya bi tîpa AKSUNGUR a ayîdê dewleta Tirk ku li ezmanê Asosê difiriya, ji aliyê Hêzên Parastina Hewayî ya Qendîlê ve hate lêdan. SÎHA ya AKSUNGUR piştî ku derb xwar, xwest ber bi Bakurê Kurdistanê ve manewra bike, lê belê derdora saet 10:00’an de li nêzî gundê Pîrzalan ê navçeya Geverê ya Colemergê kete xwarê. SÎHA ya AKSUNGUR a ku ket, şewitî û îmha bû.”

Va ye ev dîmen di Gerîla TV de hatin weşandin.