BI DÎMEN

Dundar: Me ne tenê şaredarî, me bajar jî dewr girt

Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar destnîşan kir ku ji bo tehrîbatên qeyûm ew xebateke zêde dimeşînin û got: ‘’Me ne tenê şaredarî me bajarek dewr girt.’’

LI ŞAREDARIYA PEYASÊ, TEXRÎBATÊN QEYÛM

Hevşaredarê navçeya Peyas a Amedê yê DEM Partiyê Cengîz Dundar anî ziman ku qeyûmên ku 8 salan şaredariya Peyasê dagir kirine, bi tu awayî ji gel re xizmet nekirine û diyar kir ku di serdema qeyûman de malên neguhêzbar ên şaredariyê hatine firotin û saziyên şaredariyê ji yekîneyên dewletê re hatine hîbekirin û dewrkirin.

Hevşaredarê navçeya peyasê Cengîz Dundar têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî. Dundar diyar kir ku di 8 salên serdema qeyûman de li gel çavkaniyên şaredariyê qeyûman zirarên mezin dane nirxên gel.

ZIRAR PIR MEZIN IN

Dundar anî ziman ku ew ji bo ku zirarên qeyûman ji holê rakin di nava xebateke zêde de ne û got: ‘’Me jî bawer nedikir ku zirarên qeyûman ew qas mezin in. Bi rastî jî zirarên pir mezin hene. Ji warê ziman û çandê bigirin heya warên jin û ciwanan me dît ku zirarên pir cidî hene.  Têkildarî van yekan girêdayî daxwazên gel li ser şaxên me yên çandî xebatên me yên xizmeta di van warên navborî û diyarkirina polîtîkayên bajêr de hene. Wê ev xebatên me girêdayî daxwazên welatiyan bin. Me planeke stratejiyê ya 5 salan heye. Ji hemû rêxistinên sivîl ên bajar bigirin em ê bi hemû tax û malbatan re hevdîtinan pêk bînin û plana xwe ya stratejiyê li gorî vê yekê amade bikin.’’

28 SAZÎ HATINE DEWRKIRIN

Dundar ragihand ku bi destê qeyûman gelek nelirêtî hatine kirin û gelek malên şaredariyê neguhêzbar ji hin saziyan re hatine dewrkirin û ev yek anîn ziman: ‘’Em dizanin ku ji ber nelirêtiyên kirine, ceza xwarine. Mixabin ku tehrîbatên pir cidî hiştin. Qad û saziyên me yên ku hatine dewrkirin û terxankirin hene. Pirsgirêka me ya bingehîn ew e ku em ji ber gendeliyên qeyûman bi awayekî baş nikarin ji daxwazên gel re bibin bersiv. Bi awayekî fermî 28 saziyên me hatine terxankirin û dewrkirin. Saziyên me yên ku ji saziyên dewletê re hatine dewrkirin hene. Komplekseke werzîşê ya ku beriya niha me ava kiribû hebû ku ew jî li gel rejîma qeyûman ji Midûriyeta Ciwan û Werzîşê ya Bajêr re hatiye dewrkirin.  A niha em nikarin bi tu awayî ji wê kompleksê sûdê werbigirin. Têkildarî van 28 saziyên ku hatine dewrkirin me serlêdanên hewce kirin. Bo nimûne Navenda Çandê ya Cegerxwîn heye. Ew navenda çandê ku her roj bi hezaran jin û ciwanên me jê xizmet digirt, niha ji Midûruyeta Perwerdeya Gel re hatiye dewrkirin. Saziya navborî pêşkêşî alîgirên xwe kirine.

PIRSGIRÊKÊN CIDÎ HENE

Cengîz Dundar ragihand ku pirsgirêka bêkariya ciwanan û bikaranîna tiryakê gihaye astên pir mezin û ev yek anîn ziman: ‘’Mixabin ku bikarnîna madeyên hişbir heya 7 saliyê jî daketiye. Li aliyekî jî pirsgirêka bêkariyê heye. Di seranserê pêvajoya desteserkirina şaredariyê de ji gel re xizmet nehatiye kirin û bi awayekî cidî pirsgirêka xizaniya gel heye. Têkildarî çareseriya van pirsgirêkan bernameyên me yên demkurt û demdirêj hene. Ji bo avakirina kompleksên werzîş û saziyên jinan projeyên me yên mezin hene. Bi taybet jî xebat û hevdîtinên me yên têkildarî bêkariyê didomin. Di demeke herî kurt de em ê van projeyên xwe bixin meriyetê.’’