BI DÎMEN

'12 hezar pêşmerge reviyan û 12 gerîla em xilas kirin'

Jinên Şengalê ku di fermana 2014'an de êş û azara herî giran dîtin, bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe ji nû ve bi rêxistin kirin.

Di sala 2014’an de Şengal dibin parastina 12 hezar pêşmergeyên PDK’ê û 6 hezar leşkerên Iraqê de bû. Lê dema ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîş kirin ev hêz reviyan û civaka Êzîdî di nava pencên qirkirinê de hiştin. Bi hezaran kes hatin qetilkirin, bi hezaran hatin esîr girtin û bi hezaran bi saxî di gorên komî de hatin veşartin. Wê demê yê ku bi hewara civaka Êzidî ve hatî hêzîn gerîla bûn.

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Emşê Korkorkî ku şahidiya kêliyên fermanê kiriye ji ajansa me re axivî. Emşê Korkorkî bal kişand ser esîrgirtina jinan û qetilkirina mêran, koçberiya ku qewimî, şervanên azadiyê ku Şengal rizgar kirin. Di heman demê de bal kişand ser sîstema ku niha li Şengal bi pêşengtiya jinê û bi fikirê Rêberê Gelêw Kurd Abdullah Ocalan hatiye avakirin.

'QAŞO PARASTVAN BÛN, LÊ EW REVOK BÛN'

Emşê Korkorkî behsa şahidiya xwe ya ji fermanê re kir û wiha got: “Ez yek ji wan dayika me ku şahidiya fermanê min kiriye. li pêşiya çavên me keç û jinên Êzidî hatin revandin û qetilkirin. Bi dehan ferman hatin serê me, lê ya herî zehmet ya 74’an bû. Ji ber ku hejmarekî mezin ji dayik, jin û zarokan ketin destê çeteyên DAIŞ. Qaşo parastvanên me hebûn û me bi rehetî xew dikir. Lê ew hêz û polîsên ku qaşo parastina me dikirin, hemû reviyan û xiyanet li me kirin. Wan hemû zanebûn, çand û mejiyê me biribûn, lê me nedizanî ji ber ku em ne perwerde kirîbûn. Bi sedema wan ferman hate serê civaka me. Bi dehan şehîd me dan ji bo ku em karibin kesên xwe yên ku di destê çetan dene rizgar bikin.”

'EW QÎRÎN JI BÎR NABE'

Emşê Korkorkî bal kişand ser kêliyên ku keç û jinên êzidî li pêşiya çavên wê direvandin û wiha got: “Di fermanê de pir keç û jinan xwe ji zinaran avêtin ji bo ku nekevin destê çetan de. Gundê Kora Ebdo yek ji gundên eşîra me ya korkorka ye, dengê hewar û qêrîna keçan jê bilind dibû. Çeteyan bi 7 erebeyan hatin keç dibirin. Ji keziyên wan ew dikşandin û direvandin. Me xwe veşartibû me ne diwêra serê xwe diyar bikin, me digot herî kêm bila hin ji me xwe xilas bikin. ew deng ta niha di guhên me de ne. girûp girûp keç dibirin û bav û birayên wan bi mermiyan qetil kirin ji ber ku wan li ber xwe dida. Ew keç ji eşîra me bûn ku ta niha çarenûsa wan ne diyare.”

'ME JI BÎR NEKIR, EM Ê JI BÎR NEKIN'

Emşê Korkorkî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser êşa ku mala Berzanî û hikumeta Iraqê bi wan daye kişandin û da zanîn ku siwariyên APO'yî ew xilas kirine û wiha got: “Hîna bi dehan gorên komî hene ku nehatine vekirin. Hestiyên ku ji hin gora derxistine ta niha li Bexdayê ne. Ta niha hin hestî li ber rojê ne lê tu kesî xwedî lê derneketiye. Ev jî êşeke mezine ku me jiyan kir. Êşeke ku ji aliyê mala Berzanî û Îraqê ve hate serê me. 74 ferman me jiyan kir, bi qasî vê zehmet nebû. Lê divê em jibîr nekin ka çawa em dîsa li axa xwe û çanda xwe, xwedî derketin. 12’e siwariyên ku serok APO şandin bi hewara civaka me ve. Îraq û mala berzanî pir astengî ji bo nehatina wan çêkirin, lê wan sînor derbas kirin û hatin. Pir şervanên ku ji ava Şingal venexwarin û şehîd bûn hene. Ji zarok ta pîr û kalan li pişta xwe kirin û ew xilas kirin. Fikirê serok APO miletê êzidî xilas kir. Wan destek da me, me jî da wan. Wî fikirî civaka Êzidî kom kir.”

'ME ŞENGAL BI FIKRÊ SEROK JINÛVE AVA KIR'

Emşê Korkorkî bal kişand ser fikirê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku Şengal bi felsefeya azad xwe birêxistin dike: “Ta ku em saxbin emê jibîr nekin ku em deyindarê serok APO ne fikirê wî em xilas kirin û vaye ev 10 salin bi wî fikirî em tekoşîn dikin. Tevî derbasbûna 10 salan jî, em fermanê û şehîdên xwe bibîr tînin. Em weke civak li hev kom bûne û em zanin me çi ji xwe re kiriye. YJŞ’ê YBŞ’ê asayîş û sazî û destgehên me hatin ava kirin. Meclisa xweseriya Şingal hate ava kirin. Rastiyek xwe heye ger ku meclisa xweseriya Şingal hebe, hemû tiştên me komî ser hev û bidûzen dibe. Piştî fermana ku me jiyan kir. Bi fikirê serok APO me şingal ji nûve ava kir. Lê ev car bi hêza xwe û zanista xwe em jiyan dikin dibin fikirê serok APO de. hîna hin kes hene ku vî fikirî ji bo xwe esas nagirin, ji wan re dibêjim li çar aliyên Kurdistan û li Şingal ger ku ev fikir nebe tu kes nikare xwe biparêze û ji bindestiyê xilas bike.”

'TAJÊ BERSIVEKE LI HEMBERÎ FERMANÊ'

Emşê Korkorkî diyar kir ku ew bi tevgera xwe ya azadiyê hemû lîstokan vala derdixin û wiha got: “Bi pêşengtiya tevgera azadiya jinên Êzidî TAJÊ gelek saziyên me yên jinan hatin ava kirin yek ji wan jî saziya jinên ciwane ku ew pêşengên civakê ne. Tevgera jin li ser fikirê serok apo xwe ava kir. Avabûna TAJÊ bersivek bû li himberî hemû qirkirin û zilimên li ser jin. Tevgera jin li himber paşverûtiyên civakê jî sekin û bê hêzek. Mînak zewacên bi temen biçûk ew jî fermaneke, ji bo dawî li vê zewacê bê anîn helwestên TAJÊ bihêz bûn. Di kîjan mal û kolanê de kêmanî, pirsgirêk û nakokî hebin, tevgera jin hewil dide xwe bigîne wan û hemû pirsgirêkan çareser bike. Di heman demê de têkiliyên diblomasiya TAJÊ jî li ser asta cîhanê hene û pir bihêzin. Îroj tajê hêzeke ji bo hemû jinan  û çavkaniya azadiyê ye.”

'JIN BI FIKRÊ SEROKATÎ XWE Û CIVAKA XWE DIPARÊZE'

Emşê Korkorkî da zanîn ku ew bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îroj bûne pêşeng ji civakê re û wiha diyar kir: “Tevgera azadiya jin deyindarê serok APO ye ku îroj fikirekî ewqas bihêz diyarî me kiriye. Ta ku em jiyan bikin bi vê felsefê emê jiyan bikin û bibin destek ji bo hemû jinan. Ta fikirê serok me nas ne dikir em weke jin bindest bûn û asta zanebûn û hêza me nebû. Mirin yan koletî li pêşiya me hebû. Perwerde û zanebûn li pêşiya me nebû. Bi fikirê serokatiyê îroj jin civaka xwe  û axa xwe diparêze. Dibe destek ji jinekî bindest re. Li pêşiya zewaca biçûk disekine. Gavên mezin jinê avêtin bi fikirê Serok APO."

'TEKANE RÊYA JIYANÊ BI FIKRÊ SEROK APO YE'

Endama tevgera azadiya jinên Êzidî Emşê Korkorkî di dawiya axaftina xwe de tecrîda giran kirî ya li ser Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li hemû jinan kir ku li fikirê serok xwedî derkevin û wiha got: “Tecrîdekî giran li ser serok heye divê hemû jinên Êzidî û li herçar aliyên kurdistanê vê tecrîdê qebûl nekin. Serok em xilas kirin û çavên me li jiyanê vekir. Divê em jî ne sekinin ta ku em serokê xwe bibînin. Serok fikirek da me ku em xwe û civaka xwe perwerde bikin û biparêzin, divê em jî li serok xwedî derkevin. Fikirekî azad ku her dem bi hewara bindestan ve diçe ye. Ji bo wê jî tecrîdê giran dikin. Banga min ji hemû jinan re heye ku li serok xwedî derkevin. Divê her kes fikirê serok bigîne hemû jinan û xwe li ser vî fikirî perwerde bikin û serî ji zilmê re netewînin. Fikirê serok APO ji bo hemû jinan firsetekî zêrîne divê xwedî lê derkeve. Di dawiyê de silavên min ji gerîlayên azadiyê û ji serok APO re hene.”