PDK’ê tîma medyayê ya ku êrîşên dagirkeriyê dişopand, binçav kir

Asayîşa PDK’ê tîma kanal 8 ya ku li Amêdiyê êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk dişopand, binçav kir.

Li gorî nûçeya RojNews’ê Îro dema ku tîma kanal 8 ku ji sê kesan pêktê, li Amêdiyê êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk dişopandin, ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin binçavkirin.

Hat zanîn ku nûçegihanê bi navê Nijyar Mihemed, kameravan Behêz Akreyî û şufêrê wan Hawar Yusuf hatine binçavkirin.

Hat ragihandin ku heta niha aliyên peywendîdar di derbarê binçavkirina rojnamevanan de ti agahiyek nedane. Lê li gor zanyariyan rojnamevanên hatine binçavkirin, birine asayîşa giştî ya Dihokê.

Beriya niha jî tîmek rojnamevanên ku li Amêdiyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker dişopandin, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibûn binçavkirin û piştî çend saetan hatibûn berdan.