BI DÎMEN

Li Kerkûkê pêşangeha ‘Keçeke Wênesaz’ hat vekirin

Li Kerkûkê, bi sernavê “Keçeke Wênesaz” ji bo keçên hunermend û wênesaz ên bajêr pêşangehek hat vekirin.

Li Navenda Çandê ya Kerkûkê, bi beşdariya dehan keçên hunermend bi sernavê "Keçeke Wênesaz" pêşangehek ji bo keçên wênesaz hat vekirin.

Di pêşangehê de bi dehan tabloyên hunerî yên ku berhemên keçên wênesaz ên Kerkûkê ne, hatin pêşandan. Keçên wênesaz ên bajarê Kerkûkê di tabloyên xwe de behremendî û jêhatîbûna xwe nîşan dan.

Hawjîn Farûq keçeke hunermend e û xwendekara Peymangaha Hunerên Ciwan a bajarê Kerkûkê ye. Hawjîn hem bi tabloyeke xwe beşdarî pêşangehê bûye û hem jî yek ji amadekarên pêşangehê ye.

Hawjîn Farûq li ser pêşangeha “Keçeke Wênesaz” ji ANF’ê re axivî û got: "Min wek xwendekareke Peymangaha Hunerên Ciwan a Kerkûkê xwest pêşangeheke hunerî ji bo keçên bajarê xwe vekim. Min karî ez gelek keçên hunermend ên bajêr kom bikim û me karî em bi hev re vê pêşangehê vekin.”

Her wiha di berdewamiya axaftina xwe de Hawjîn Farûqê wiha got: "Yên ku beşdarî vê pêşangehê bûne, beşek ji wan xwendekarên Peymangaha Hunerên Ciwan in û beşek jî ew kes in ku xwedî behremendiyên wênesaziyê ne. Di vê pêşangehê de 36 keçên hunermend bi 45 tabloyan beşdar dibin. Tablo pirreng in, lê bi awayekî serekî tabloyên keçan in. Peyama min ji bo keçan ew e ku bila ji civakê netirsin û karîn û behremendiyên xwe nîşan bidin.”

Meryem Azad ku bi du tabloyan beşdarî pêşangeha “Keçeke Wênesaz” bûye, der barê pêşangehê de ji ANF’yê re axivî û got: “Salek û du meh in min dest bi karê hunerî û wênesaziyê kiriye. Bi rêya piştgirî û teşwîqa hevaleke xwe min karî di wênesaziyê de ez bigihîjim vê astê û min biryar da ku ez beşdarî vê pêşangehê bibim.”

Meryem Azadê behsa tabloyên xwe kir û ev tişt anîn ziman: “Ez ji çi tiştî hez bikim, wêneyê wê saz dikim. Îro jî ez bi du tabloyan beşdarî vê pêşangehê bûme ku yek ji tabloyên min periya deryayê ye, wêneyê din jî wêneyê wan cihan e ku ez dixwazim serdana wan bikim û her wiha tabloyên min nûnertiya pêkvejiyanê dikin.”

Di dawiya axaftina xwe de Meryem Azadê amaje bi girîngiya van cure pêşangehan kir û wiha domand: "Girîngiya van pêşangehan ew e ku em karên xwe nîşanî xelkê bidin û piştgiriya zêdetir bigirin. Ev cure pêşangeh dikin ku em ji bo karên xweşiktir motîve bibin.”