BI DÎMEN

Li Silêmaniyê dagirkeriya dewleta Tirk hat şermezarkirin

Li bajarê Silêmaniyê, Komeleya Nerazîbûna Kuçeyan, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Êvara îro, li Silêmaniyê, bi beşdariya endamên rêxistinên sivîl û çalakvan û Komeleya Nerazîbûna Kuçeyan li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser axa başûrê Kurdistanê, daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.

Şine Elî Xeyatê daxuyaniya Komeleyê xwend. Di daxuyaniyê de bi tundî êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û bertek hatin nîşandan. Her wiha daxwaz hat kirin ku aliyên siyasî helwesta xwe li hember dagirkeriya li ser axa başûrê Kurdistanê nîşan bidin.

Piştî xwendina daxuyaniyê, çalakvan Pakîze Heme Emîn axivî û got: "Ka ew hikûmeta ku digot em mûçeya bêrûmet qebûl nakin û naxwazin, çima niha dagirkeriyê qebûl dikin û bê helwest in? Bes e bêhelwestî, divê em hemû li dijî van êrişan helwesta xwe nîşan bidin."