Gef li cerdevanên ku naxwazin tevlî êrîşên dagirkeriyê bibin dikin

Cerdevanên ku dihat xwestin bibin herêmên Zap, Avaşîn û Metîna û tevî êrîşê dagirkeriyê bikin îstîfa kirin. Gef li cerdevanên ku îstîfa kirin xwarin. Dîroka birina cerdevanan 17’ê Tîrmehê hat diyarkirin.

GEF LI CERDEVANAN HATE XWARIN

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê ji Nîsana 2022’an û vir ve dewam dikin, êrîşên nû yên berfireh dest pê kirine. Dewleta Tirk li herêmê nokteyên kontrolê ava kir û sewqiyata xwe ya leşkerî didomîne, ji cerdevanên li Şirnex, Colemêrg, Sêrt, Êlih, Amed, Çewlig û Mêrdînê re teblîxat şand ku beşdarî operasyonê bibin. Gelek cerdevanan bi hinceta ku naxwazin tevlî operasyonan bibin dest bi îstîfayê kirin.

Li gorî nûçeya MA’yê hate zanîn ku cerdevanên ku bi teblîgatan gef li wan hatine xwarin, bang li wan hatiye kirin ku biçin qereqolan û gef li wan hatiye xwarin ku beşdarî operasyonan bibin. Hat diyarkirin ku tevî gefên li cerdevanan hatine xwarin her wiha bi tundiyê re jî rû bi rû mane.

Li gorî agahiyên ku me bi dest xistin; Hat plankirin ku di 17’ê Tîrmehê de cerdevan bi komên ji 45 kesî pêk bên sewqî herêma operasyonê bên kirin. Hat diyarkirin ku cerdevanên ku di vê çarçoveyê de ji bo biçin operasyonê gazî wan hatiye kirin, îstîfa xwe dane û nexwestine tevlî operasyonê bibin. Hat zanîn ku li navçeyên Kercews, Qabilcews, Qûbîn ên Êlihê heta niha zêdeyî 20 cerdevan îstifa kirine û gelek ji wan li malên xwe ne û neçûne operasyonê. Hat zanîn ku li navçeyên Dihê, Berwarî û Şîrwan ên Sêrtê cerdevanên ji ber neçarî tevlî operasyonê kirine û neçûne cihê erka xwe îstifa kirine.

Cerdevanan diyar kirin ku wan çekên xwe daniye û bang li cerdevanên din jî kirin ku çekên xwe deynin. Cerdevanan destnîşan kir ku ew ê di bin tu şert û mercan de şer nekin.