Bi girseyî serdana şîna gerîlayê HPG’ê kirin

Bi girseyî çûn serdana şîna gerîlayê HPG’ê Barzan Numaş (Fîraz Arjîn) ê ku li Masîro şehîd bû û cenazeyî wî piştî 38 rojan radestî malbatê hate kirin. Gel beşdarî mewluda ku ji bo gerîlayê HPG’ê Sercan Erkol hatî dayîn, bû.

Gerîlayê HPG’ê Barzan Numaş (Fîraz Arjîn) bi hevalek xwe re 4’ê hezîranê li devera Masîro ya bi ser navçeya Elbaka Wanê ve di şerê li dijî artêşa Tirk de şehîd bû. Cenazeyê wî piştî 38 rojan duh radestî malbatê hat kirin û li Goristana Taxa Suphanê ya Wanê hat veşartin. Polîsan destûr neda ku girse beşdarî merasîma cenaze bibe. Tenê destûra ferdên malbatê hat dayîn û cenaze hat veşartin.

Li taxê ji bo Numaş şîn hat dayîn. Bi pêşengiya MEBYA-DER’ê bi girseyî serdana şîna Numaş hat kirin. Girseyê bênavber dirûşma “Şehîd namirin” berz kir. Rêz hat girtin û sirûda “Çerxa Şoreşê” hat xwendin. Paşê fatiha hat xwendin.

Girse piştî serdana şîna Numaş, çû ser mewlûda ji bo gerîlayê HPG’ê Sercan Erkol (Şoreş Zêwkî) hat dayîn. Erkol di 11’ê mijdara 2023’yan de di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû. Li ber mala malbata Erkol dirûşme hatin berzkirin. Bavê Erkol, Hesen Erkol xêrhatina mêvanên xwe kir.