Dagirkeran heremêke Kerboranê 'qedexe' kirin

Dewleta Tirk a dagirker li gundê Deywan ê Kerboranê “qedexeya derneketina derve” ragihandin. Di encama serdegirtina malan de 4 kes hatin binçavkirin.

Herêmeke navçeya Kerboranê ji aliyê Walîtiya Mêrdînê ve weke "herêma ewlehiyê ya demkî" hat îlankirin. Di daxuyaniya Walîtiyê de hat gotin ku herêma gundên Xirbê Kiryan, Deywan û Arbayê yên Deywanê di navbera 12-26'ê Tîrmehê de weke "Herêma ewlehiya taybet" hatiye îlankirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gundê Deywanê "qedexeya derneketina derve" hatiye ragihandin.

Hat hînbûn ku dagirkeran bi ser malên gundan de girtin kesên bi navê Îbrahîm Akyuz, Çaçan Akyuz, Ahmet Akyuz û Bîlal Akyuz binçavkirin.