Cenazeyên 2 kesên ku tê gotin HPG’î ne anîn morga Mêrdînê

Hat hînkirin ku cenazeyên 2 kesên ku tê gotin HPG’î ne, ji bejahiya Kerboranê ya ku duh êvarî qedexeya derketina derve lê hat îlankirin, anîne morga nexweşxaneyê.

Duh êvarî li gundê Deywan ê navçeya Kerboran a Mêrdînê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Piştî qedexeyê 2 cenaze anîn morga nexweşxaneyê. 

Li gor agahiyên bi dest ketin, du bombebaranê de 2 gerîlayên HPG'î şehîd bûne. Cenazeyên şehîdan anîn morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mêrdînê.

Hat hînkirin ku cenazeyê gerîlayên şehîd hatine texrîbkirin.