Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Taner Ogmen hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Taner Ogmen (Herekol Şiyar) ê li Kerboranê şehîd bû, li Geverê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

MERASÎMA CENAZE

Gerîlayê HPG’ê Taner Ogmen (Herekol Şiyar) roja berî li navçeya Kerboran a Mêrdînê şehîd bû. Cenazeyê Ogmen piştî hate teşhîskirin, birin warê wî navçeya Gever a Colemêrgê. Cenazeyê ku ji morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê hatî wergirtin, duh di saetên şevê de gihişt Geverê.

Polîsan destûr neda ku cenazeyê Taner Ogmen li mizgeftê bê şuştin. Lê piştre malbatê bi derfetên xwe cenaze şuşt. Cenaze li goristana Bajêrge ya li taxa Akalin hate veşartin.