Noker emrê dagirkeran dirêj dike, gerîla jî bênavber derbê lê dide

Şer ne tenê di navbera gerîla û dagirkeran de ye; hêzên noker temenê dewleta Tirk dirêj dikin. Tevî her tiştî jî gerîla bi berxwedana xwe ya bi heybet serketina xwe dewam dike. Zeynelên vê demê mehkûmî têkçûnê ne.

ÊRIŞÊN DAGIKERIYÊ Û GERÎLA

Di sedsala 21'ê de ku firsendên ji bo demokrasî û azadiyê gihîştine asta herî bilind, gelo kî vê naxwaze? Kî aşiqê celadê xwe ye, kî koletiyê ji dil dixwaze? Mînaka herî şênber a vê yekê di şexsê Malbata Barzanî de tê dîtin. Berxwedan, destbernedana ji xak û azadiya xwe jî di şexsê gerîla de şênber dibe.

Tê zanîn ku di dîroka serhildanên Kurdistanê de xiyaneta navxweyî timî bûye sedema têkçûna serhildanan. Xeta xiyanetkar û hevkar ku li Dersimê di şexsê Zeynel û Rêberan de derketibû, îro di şexsê mala Barzanî de xwe nûjen dike. Lê bêguman hêza ku ti carî dest ji serketinê bernade hêza gerîla ye. Dewleta dagirker a Tirk û hêzên hevkar ên PDK’ê di nava xefleteke dîrokî de ne. Ji ber ew wisa hesab dikin ku bi dorpêçkirina herêman, lêdanên hewayî û ketina Herêmên Parastinê yên Medyayê wê dawiya tevgera Apoyî bînin. Lê partiya ku bi derfetên herî kêm û hêza xwe ya cewherî 50 sal in şer dike, ev hewldan û êrîşên wan pûç kiriye û pûç dike. Lewma wê dagirker ti carî negîhin armancên xwe.

JI METÎNAYÊ HETA SERGELÊ CENG CENGA FEDAIYAN E

Di 3’yê Tîrmehê de dagirkeriya Tirk bi hevkariya PDK’ê re dest bi operasyoneke nû kir. Bi hatina Girê Bahar û Sergelê dixwazin qaşo kilîta operasyona pençeyê bigirin. Lewma weke ku di welatê xwe de tevdigerin, di nava xaka Başûrê Kurdistanê û bajarên wê de destên xwe hejandin û berê xwe dan qadên gerîla. Lê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku her dem gavên dewleta Tirk texmîn dikin, bi amadekariyeke xurt li benda wan bûn. Ji roja 3’yê Tîrmehê heya niha, gerîla bê navber çalakiyên bi bandor li dar dixin. Bi derbkirina skorskiyan nahêlin dagirker leşkerên xwe deynin. Di bejahî de jî bi lêdanên bi bandor, ên heyî jî tune dikin. Bi çalakiyên bi amûrên hewayî re jî çeper û leşkerên wan îmha dikin. Lewma heta ku gerîlayên azadiyê dagirkeran ji wan waran derxin wê cengeke fedayiyane bidome.

SIWARÊ HESPÊ XELKÊ HER DEM PEYA YE

Bêguman ger ku şer tenê di navbera gerîla û dagirkeriya Tirkiyeyê de ba, wê dewleta Tirk ji mêj ve tune bûba. Lê hêzên xiyanetkar her roj temenê wan dirêj dike û axa Başûr dixin bazarê. Çawa dibe ku mirov ewqasî evîndarê kujerên xwe bibe? Lê mala Barzanî bi korane nêz dibin û rê ji dagirkerên Tirk re vedikin. Wan Helebce û Enfal ji bîr kirine. Her wiha mayinên ku bi sedan sal li axa Başûr hatine çandin hîn jî gel pê birîndar dibin û jiyana xwe ji dest didin, wan ev jî ji bîr kirine. Lê mirov nikare vê rewşê bi jibîrkirinê pênase bike. Ji ber ku PDK’ê tu wextê ji bo gelê Kurd tiştek nekirine. Ew her dem ji bo berjewendiyên xwe tevgeriyane û bi vî awayî li desthilatdariyê mane. Hêzeke desthilatdar jî her tiştî mulkê xwe dibîne. Lewma îro axa Başûr tê firotin, gulebarankirin û şewitandin. Wisa dizanin ku dewleta Tirk wê wan pîroz bike û Kurdistanê li ser sifreyeke zêrîn teslîmî wan bike. Lê pêwîste ew pêvajoya referandûmê bînin bîra xwe. Lewma pêwîste bizanin ku ew destê îro dirêjî wan dibe wê sibe bibe şûr û koka wan jê bike. Ji ber vê, rastiya PDK’ê vê gotina, “Siwarê hespê xelkê her dem peyaye” tîne bîra her kesî.

ZAROKÊN VÊ AXÊ DÎROKA XWE JI BÎR NAKIN

Her çendî PDK’ê rastiyan ji bîr bike jî, lê ewladên herî egîd û çeleng ji bîr nakin. Gerîlayên azadiyê bi çalakiyên ku derbê li dagirkeran dixin, nîşan didin ku ew ê heyfa dîroka dûr hem jî ya nêz û kîmyasalan hilînin. Weke ku di medya dijîtal de derket, Tirk xaka Başûr weke mulkê xwe dibînin. Lewma bi ketina herêmê re dibêjin; “Hûn bi xêr hatine Tirkiyeyê”. Gerîlayên azadiyê jî bi çalakiyên xwe ji wan re dibêjin; “Hûn bi xêr hatine Kurdistanê”. 

Gerîla bi hêza ku ji berxwedan û şerê Rêber Apo yê li Îmraliyê digirin, îro li qadên berxwedanê performanseke bêhempa nîşan didin. Ew bi afrîneriya taktîk, bi wesfeke bilind û gerîlatiyeke nûjen ve asta şer û serkeftinê derxistine lûtkeyê. Di heman demê de bi çalakiyên nû yên rojane biryardariya serketinê û Kurdistana azad nîşanî cîhanê didin.