Ji bo Aydin, Efe û Ercan ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin ba hev

ÎHD û xizmên windayan ji bo Recaî Aydin, Îsa Efe û Resul Ercan ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, hatin ba hev.

XIZMÊN WINDAYAN

Çalakiya ku her hefte ji aliyê Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê ve bi daxwaza "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" di hefteya 805'an de berdewam kir. Gelek xizmên windayan û endamên ÎHD'ê tevlî çalakiya li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta wêneyên windayan hat vekirin û wêneyên windayan hatin hildan.

Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Recaî Aydin ê ku di 2'yê tîrmeha 1994'an de dema ji mala xwe ya li Amedê derket û çû cihê kar lê piştre careke din agahî jê nehat girtin, hat xwendin.  

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku Tirkiye ji damezrandina Komarê ve bi nêzîkatiyeke yekperest tê birêvebirin û Tirkperestî esas hatiye girtin. Yilmaz bi bîr xist ku salvegera Komkujiya Zîlanê ye û got: "Em dixwazin diyar bikin ku ev komkujî ji feraseta komarê ya yekperest qut nîne.” Yilmaz destnîşan kir ku divê dewlet Komkujiya Zîlan re rû bi rû bibe.

Hevserokê SES’ê ya Şaxa Amedê Mehmet Nûr Ûlûs jî diyar kir ku di salên 1990’î de gelek mirovên kurd hatin windakirin û hevalên wan xebatkarên tenduristiyê jî di nav windayan de hene û Recaî Aydin jî yek ji wan xebatkarên tenduristiyê ye. Ûlûs got ew ji bo tenduristiya gel têdikoşin û ew ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.  

Endama Komîsyona Windayan a ÎHD'a Amedê parêzer Berfîn Elçî serpêhatiya windakirina Recaî Aydin xwend.

Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

ÊLIH

Xizmên Windayan û parazvanên mafên mirovan li Êlihê jî di hefteya 641’an de li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Cadeya Gulistanê kom bûn û daxuyanî dan. Parazvanên mafên mirovan li vir pankarta "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” vekirin. Di çalakiyê de parazvanên mafên mirovan, Endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), DEM Parti, DBP û xizmên windayan amade bûn.

Di çalakiyê de çîroka winda Îsa Efe yê li gundê Dêşî ya Mêrdînê di 7’ê tîrmeha 1996’an de binçav kirin û winda kirin xwendin.

Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Melek Atalay çîroka Efe xwend.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

COLEMÊRG

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'ê bi heman armancê li Kolana Hunerê daxuyanî dan. Xizmên windayan û gelek welatiyên din beşdarî daxuyaniyê bûn. Komê di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên ditin û faîl bên darizandin” û wêneyên windayan vekirin. Di hefteya 131’emîn a çalakiyê de çîroka Resûl Ercan ê di 20’ê gulana 1993’an de hat windakirin xwendin. Cenazeyê Resûl Ercan di 7’ê hezîrana 1993’yan de hatibû dîtin.

Sekretera Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê Pinar Zengîn çîroka Resul Ercan vegot: “Heta ku dewlet bi vê rastiyê re rû bi rû nebe, mirov dê xwe di ewlehiyê de hîs nekin. Em vê rastiyê di dosyaya Resul Ercan de baştir dibînin. Kujerên Resul Ercan nehat dîtin û nehatin cezakirin. Em li vir careke din bang li rayedaran dikin, em ê di her şert û mercan de aqûbeta kujerê Resul Ercan bipirsin û bixwazin kujer bê darizandin û cezakirin.”