BI DÎMEN

‘Eger rê li ber artêşa Tirk neyê girtin, wê axa Kurdistanê dagir bike’

Êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser axa başûrê Kurdistanê berdewam in. Nivîskar, rewşenbîr û rojnameger bi fikar in û dibêjin: “Dewleta Tirk gund û jîngeha Kurdistanê ji nav dibe, em li dijî dagirkeriya li ser axa başûrê Kurdistanê ne.”

Dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst û qirker a li ser axa başûrê Kurdistanê berdewam e û heta niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê bertekek nîşan nedaye û ev jî bûye sedema fikarê li ba welatiyan. Têkildarî dagirkeriyên dewleta Tirk, nivîskar Selam Ebdulah, Ebas Erkewazî û rojnameger Emîr Xaneqînî ji ANF’ê re axivîn.

‘TIRKIYE ENDAMÊ NATO’YÊ YE Û PIŞTGIRIYA WÊ TÊ KIRIN’

Nivîskar û çalakvan Selam Ebdulah da xuyakirin ku dewleta Tirk li gorî berê sûcekî mezintir pêk tîne, niha bi kûrahiya 35 kîlometreyan axa başûrê Kurdistanê derbas kiriye û wiha pê de çû: “Desthilata Tirkiyeyê sûcekî mezin pêk tîne li ser axa Herêma Kurdistanê, êriş û dagirkeriya dewleta Tirk metirsiyeke mezine li ser axa Kurdistanê. Ev dagirkeriya Tirkiyeyê ne serbixwe ye, ji aliyê NATO’yê ve piştgiriya wê tê kirin.”

Selam Ebdulah amaje pê kir ku bêdengiya gel û aliyan cihê metirsiyê ye û wiha domand: “Ez ji rewşenbîr, rojnameger û rêxistinên sivîl û PDK û YNK û Yekgirtû’yê daxwaz dikim ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa başûrê Kurdistanê bêdengiya xwe bişikînin.”

‘ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK LI DIJÎ MIROVAHIYÊ NE’

Nivîskar Ebas Erkewazî ragihand ku êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser başûrê Kurdistanê ne qanûnî ye û got: “Ew dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Herêma Kurdistanê li dijî mirovahiyê ye û ne qanûnî ye. Divê em hemû bi hev re li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser başûrê Kurdistanê bertekên xwe nîşan bidin.”

Ebas Erkewazî bang li rewşenbîr û desthilata siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê kir û wiha domand: “Ez ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê û ji rewşenbîran daxwaz dikim ku divê em yekdeng û yekhelwest bin ji bo têkoşîna li dijî hêzên Tirkiyeyê, ji ber ku sînorê gelek axa Kurdistanê û Iraqê derbas kiriye. Eger rê li ber neyê girtin, dê hemû axa Kurdistanê û Iraqê jî bigire.”

‘EM LI DIJÎ HEMÛ DAGIRKERIYÊN LI SER AXA KURDISTANÊ NE’

Rojnameger Emîr Xaneqînî da diyarkirin ku dewleta Tirk gelek bê wijdan û nemirovane êrişî başûrê Kurdistanê dike, divê em bi tundî wê şermezar bikin û ev tişt anîn ziman: “Dewleta Tirk êrişî jîngeh û gundên Kurdistanê dike û axa Kurdistanê xerab dike, kesê ku hesta mirovbûnê pê re hebe, divê li dijî van dagirkeriyên dewleta Tirk be.”

Emîr Xaneqînî di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurdistanê kir ku li dijî van dagirkeriyên dewleta Tirk raweste û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Divê gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk raweste. Ez ji civaka navneteweyî û Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dikim ku helwesteke cidî nîşan bidin, li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê bertekên xwe nîşan bidin.”