Aksungura ku li Asosê derbe xwar, li Geverê ket

SÎHA’ya bi bî tîpa Aksungur a gerîlayan 12’ê Tîrmehê li Asosê lê xist, li Geverê ket. Aksungur şewitî û îmha bû.

AKSUNGUR HATE XISTIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê:

12'ê Tîrmeha 2024'an di saet 08:54’an de SÎHA ya bi tîpa AKSUNGUR a ayîdê dewleta Tirk ku li ezmanê Asosê difiriya, ji aliyê Hêzên Parastina Hewayî ya Qendîlê ve hate lêdan. SÎHA ya AKSUNGUR piştî ku derb xwar, xwest ber bi Bakurê Kurdistanê ve manewra bike, lê belê derdora saet 10:00’an de li nêzî gundê Pîrzalan ê navçeya Geverê ya Colemergê kete xwarê. SÎHA ya AKSUNGUR a ku ket, şewitî û îmha bû.”