BI DÎMEN

‘Armanca êrîşên dagirkeriyê zindîkirina xeyalên Mîsaqê Milî ye’

Rojnamevanên Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku armanca êrişên dewleta Tirk ji bo zindîkirina xeyalên Mîsaqê Milî û bidestxistina dewlemendiyên herêmê ye û destnîşan kirin ku ji bo gelê herêmê cih û warê xwe vala bikin, gefên kuştinê li wan dixwin.

DAGIRKERÎ Û XIYANET

Rojnamevanên Başûrê Kurdistanê têkildarî êrişên li Herêmên Parastinê yên Medya û Başûrê Kurdistanê, ji ANF’ê re axivîn û gotin: “Mayîna PDK ya li ser hikumetê, armanca mezinkirina dagirkeriya heyî ye.”

Hawjîn Şiwan diyar kir ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê hêzên xwe kişandiye herêma Amêdiyê, Behdînan û wiha peyîvî: “Di roja îro de dewleta Tirk bi 10 hezar leşkaran ve 30 km xaka Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Dewleta Tirk û PDK ji bo gelê herêmê cih û warê xwe vala bikin, gefên kuştinê li wan dixwin. Li ser vê yekê jî, niha ji 200 gundan zêdetir li ser sînor hatine valakirin. Di encama êrişên dewleta Tirk de nêzî 700 hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane, niha jî tirsek mezin li ser Başûrê Kurdistanê heye. PDK û dewleta Tirk dibêjin, ev êriş li ser PKK’ê tên kirin, lê rastiya ku ev 40 salin PKK ji bo parastina mafê gelê Kurd têkoşîn dikin ji nedîtî ve tên. Ya ku cihê dilxweşiyê ew e ku êdî gelê Başûrê Kurdistanê bawerî bi propagandaya PDK’ê nayîne.”

Hawjîn Şiwan bi bîr xist ku ger xaka Kurdistanê heta niha hatiye parastin, ev bi saya şehîdên PKK’ê ye û got: “Ya ku dikeve ser milê gel ew e ku li hemberî êrişên dewleta Tirk xwedî helwest bin. Hemû gelê Başûrê Kurdistanê li hemberî vê dagikeriyê bêdengin. Dewleta Iraqê ku xwedî hevpeymanekê ye ku divê dewleta Tirk sînorên Iraqê derbaz jî neke, ji vê dagirkeriyê re bêdenge. Pêwîste saziyên mafê mirovan, saziyên jîngehparêzan û gelê Kurd li hemberî van êrişan yekîtiya xwe çêbikin. Pêwîste em gelê Kurd pêşî li vê dagirkeriyê bigirin.”

‘ARMANC BIDESTXISTINA DEWLEMENDIYÊN HERÊMÊ YE’

Hewkar Karwan jî têkildarî heman mijarê axivî û wiha got: “Ji bo zindîkirina xeyalên Mîsaqê Milî û bidestxistina dewlemendiyên herêmê ye, ev êriş li ser Başûr tên pêkanîn. Wek tê zanîn dewleta Tirk di nava qeyranek aborî ya kûr de ye, dixwazin petrol û darên herêma Kurdistanê ji bo derbazkirina vê qeyrana xwe bikar bîne. Niha PDK di navxweyî de rastî nerazîbûnên mezin tên. Her ku diçe nakokiyên di navbera Mesrûr û Nêcîrvan Barzanî de mezin dibe. Mayîna PDK ya li ser hikumetê, armanca mezinkirina dagirkeriya heyî ye.”

Karwan wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Armanca sereke ya vî şerî, êrişkirina li ser gerîlayên azadiyê ye. Ji ber ku gerîlayên azadiyê li her çar aliyên Kurdistanê bê cûdahî têkoşîn dikin. Ji ber ku hat dîtin çawan di pêvajoya çeteyên DAÎŞ’ê de bi hewara Başûr ve hatin û rizgar kirin. Têkildarî bêdengiya hêz û rêxistinên Başûrê Kurdistanê jî diyare ku PDK’ê aliyê xwe yê bi hevkariya dewleta Tirk re diyar kiriye. Yên din jî wek YNK li parlementoya Iraqê bi raporekê nerazîbûn li hemberî dagirkeriyê diyarkirine, lê ji bo dagirkeriya heyî ne têrkere. Pêwîste YNK ku partiyek xwedî hêze li Başûrê Kurdistanê xwedî helwestek radîkaltir be. Bêdengiya hêzên din jî hevkariya bi dewleta Tirk re ye.”

‘EV TENÊ SENARYOYE’

Hewkar Karwan di dawiya axatinên xwe de bal kişand ser mijarên din yên ku dibin sedema çêkirina senaryoyên PDK û hevbeşiya bi hikumeta Bexda re û got: “Hikûmeta Bexda ne hevbeşe bi amadekirina vê senaryoyê re. Hikumeta Iraqê lijneyek amade kiriye ku li ser hikumeta Navxweyî van lêkolînan bike. Çawan hêzek yê parastina parêzgeha Silêmanî di şewatên Başûrê Kurdistanê de tewambar dike û di heman demên de Partiya PKK’ê jî dixe nava wê tewanbariyê? Wek KCK’ê jî gotî; ‘Me di Başûrê Kurdistanê de bedel dane, em nabin sedema şewata wê.’ Hemû gelê Başûr û Iraq jî dizanin ku ev tenê senaryoye. PDK bi hemû hêz û fikirê xwe xizmetê ji dagirkeriya Tirk re dike, her wiha beşek ji hêzên siyasî yên Iraqê jî dikişîne aliyên xwe û xizmetê ji dewleta Tirk re dike. Hemû biryarên ku MÎT û Erdogan dide, ev hêz û alî pêk tînin. Divê çarçoveyê de yên ku berpirsê vê mijarê ne, xizmetkarên dewleta Tirkin.”