KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Serdanên sersaxiyê yên ji bo şehîd Ferhat li Silêmanî tê qebûlkirin
Welatî û kesayetên naskirî ji bo sersaxiya Şehîd Ferhat Şiblî serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilat Sûriyeyê ya li Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê didin. -
Sozdar Avesta: Em rihê berxwedana Îmralî û Zapê geş bikin
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, bang li jinên ciwan kir û got “Em bawer in hûn ê di vê demê de jî rola xwe ya herî girîng bilîzin û ji bo avakirina neteweya demokratîk pêşengtiyê bikin.” -
Banga li dagirkeran: Xwe teslîmî gerîla bike!
Gerîlayan bi rêya cîhaza ragihandinê banga teslîmbûnê li dagirkeran kirin û gotin, "Zaznibe ku ev şer ne şerê te ye. Şerê dewlemend, patron û bûrjûvayan e ku ji bo çend qurişan te dişîne mirinê. Dest ji çekê berde û şer biterikîne." -
'Tenê bi hevgirtin û yekîtiyê dikare pêşî li êrişan bê girtin'
Ji rûspiyên Şengalê Berekat Mirad got, heta hevgirtina gel çênebe wê dijmin her tim êrişan bike û destnîşan kir ku tenê bi yekîtiyê pêşî li fermanan dikare bê girtin. Her wiha têkildarî lîstik û provokasyonên li ser Şengalê jî hişyarî da. -
Gerîlayên HPG'ê: Gerîla şerekî nûjen ê bi îradeya mirovî dimeşîne
Gerîlayên HPG’ê diyar kirin ku operasyona dewleta Tirk a sala 2021’an bi ser neket û di sala 2022’an de dixwaze encam bigire lê vîna ji pola ya gerîla weke mertalekî li pêşiya projeya dewleta Tirk e. -
'Li dijî dizî û gendeliyê pêwîstî bi eniyeke gel a berfireh heye'
Aktîvîstê Siyasî Mesud Ebdulxaliq anî ziman ku ji bo çareseriyê divê hikûmet bê guherîn û eniyeke gel a dorfireh ku li dijî diz û gendeliyê têdikoşe, bê avakirin. -
'Gerîlayên Kurd û Ereb bi hev re li dijî dagirkeriyê şer dikin'
Gerîlaya YJA Starê Arîn Demhat destnîşan kir ku gerîlayên Kurd û Ereb li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi hev re şer dikin û got, "Em ê nehêlin ku dewleta Tirk xaka Kurdistanê dagir bike." -
Keleha ku dîroka xwe digihêje Serdema Neolîtîkê: Spî Hesar
Yek ji warê dîrokî yê Kurdistanê keleha Spî Hesar, dîroka xwe digihêje heta Serdema Neolîtîkê. Spî Hesar a ku li Silêmaniyeyê ye, mîna gelek cihên dîrokî ji ber xemsariyê xera bûye. -
Ji YJA Starê 5 çalakî: 20 dagirker hatin cezakirin
Li Girê FM ya Zapê bi pêşengiya tîmên bitevger ên YJA-Starê li dijî dagirkeran 5 çalakiyên cuda hatin lidarxistin û di encama çalakiyan de 20 dagirker hatin cezakirin. -
Li Silêmaniyê 10 nexweşên kolerayê hatin tespîtkirin
Li herêma Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê 10, li Kerkûkê jî 1 nexweşên kolerayê hatin dîtin. -
Hevserokê PADÊ: Di nava 6 mehan de wê qeymeqam ji aliyê xelkê Şengalê bê hilbijartin
Ji endamên şandeya şengalê Hevserokê PADÊ Emer Salih li ser hevdîtina bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih got, di hevdîtinê de li ser hilbijartina Qeymeqamê Şengalê ji aliyê xelkê Şengalê ve û fermîkirina Asayîşa Êzidîxanê hatiye axaftin. -
HPG: 12 dagirker hatin cezakirin, derb li helîkopterekê hate xistin
Çalakiyên tîmên bi tevger ên gerîla bênavber dewam dikin. Di çalakiyan de 12 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin, derb li helîkopterekê hate xistin. -
Gerîla TV dîmenê Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî weşand
Gerîla TV dîmenê Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî weşand ku herî kêm 18 dagirker hatin cezakirin. -
Cenazeyê Şehîdên Kelarê ber bi Rojava tê birêkirin
Cenazeyê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî û 3 kesên din ku di êrîşa dronên Tirkiye ya li Kelarê de şehîd bûbûn, piştî merasîmekê ber bi Rojava tên bi rêkirin. -
PKK'ê gerîlayên HPG û YJA Starê pîroz kir
Komîteya Rêveber a PKK'ê peyameke pîrozbahiyê ji gerîla re şand û got, "Hêzên me yên HPG û YJA Starê bi çalakiyên xwe yên serketî dijmin poşman kirine ku hatine Kurdistanê. Ji ber vê xeta çalakiyên serketî, em hêzên xwe pîroz dikin." -
Xalîde Engîzek: Dewleta Tirk bi derbên gerîla gêj bûye, nikare xwe bilivîne
Endama Komîteya Navendî ya PKK Xalîde Engîzek, diyar kir ku dewleta Tirk li Zapê niha asê bûye û got, "Ne dikare bi pêş ve biçe, ne jî bi paş ve. Ji ber derbên gerîla gêj bûye." -
Fayîze Fuad a Zerdeştî: Em hemû piştevanê PKK’ê ne
Endama Encûmena Bilind a Zerdeştiyên Kurd Fayîze Fuad wek kesayetiyeke Zerdeştî piştevaniya xwe ya ji bo kampanyaya “Ji Kurdan re edalet” ragihand û got; “Em hemû piştevanê PKK’ê ne.” -
Saziyên li Rihayê xwestin ku rojnemevan bên berdan
Ji Rihayê 16 saziyan têkildarî desgîrkirina 16 rojnamevanan a li Amedê daxuyaniyek hevpar dan û banga demildest berdana rojnamevanan kirin. -
HPG: 17 dagirker hatin cezakirin, 2 kon û 2 mobese hatin îmhakirin -HATE NÛKIRIN
HPG’ê li Zap û Metînayê li yekîneyên artêşa Tirk dagirker dan. Di çalakiyên gerîlayana de 17 dagirker hatin cezakirin. -
HPG: Em şehîdên sala 2016’an bi rêzdarî bi bîr tînin
Hêzên Parastina Gel (HPG) 16 gerîlayên di sala 2016’an de di dîrokên cuda de şehîd bibûn bi bîr anî. -
Nerazîbûnên li dijî bihabûna benzînê didomin
Nerazîbûnên ajokarên Başûrê Kurdistanê ya li ser bihabûna benzînê her diçe belav û xurtir dibe. Îro jî şofêr daketin qadan û rê girtin. -
Ji bo Serhatê ku di 13 salî hate qetilkirin, kom bûn
Komeleya Mafên Mirovan û xizmên windayan bal kişandin ser çîroka Serhat Kazak ê 13 salî ku ji ber poşiya kesk û sor û zer hatibû qetilkirin -
Bi dehan kes ji bo cenazeyê şehîdên Kelarê werbigirin kom bûn
Bi dehan welatiyên herêma Germiyan, Başûr û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo wergirtina cenazeyên welatiyên li Kelarê di êrîşa dronên Tirkiyeyê de şehîd bûbûn werbigirin, li ber derê Saziya Diba Edlî ya Kelar kom bûn. Girseyê êrîş şermezar kir. -
Di êrîşa Kelarê de Ferhad Şiblî şehîd ket
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir di êrîşa dewleta Tirk de ya li Kelarê li hemberî wesayîtekê pêk aniye, Ferhad Şiblî şehîd bûye.” -
Dîmenê çalakiya ku du dagirker hatibûn cezakirin, hate weşandin
HPG’ê dîmenê çalakiya li Herêmên Parastinê yên Medyayê du dagirker hatibûn cezakirin, weşand.