Cenazeyê Şehîdên Kelarê ber bi Rojava tê birêkirin

Cenazeyê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî û 3 kesên din ku di êrîşa dronên Tirkiye ya li Kelarê de şehîd bûbûn, piştî merasîmekê ber bi Rojava tên bi rêkirin.

Cenazeyê Şehîd Ferhad Şiblî û 3 hevalên wî yên di êrişa balafirên bêmirov û biçek a dewleta Tirk ya li Kelarê de şehîd bûn, ber bi Rojavayê Kurdistanê hatin birêkirin.

Danê siharê cenazeyê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî û 3 hevalên wî yên 17’ê Hezîranê di bomberdûmana dronên dewleta Tirk a dagirker de li Kelarê hatibûn şehîdkirin, ji Saziya Tiba Edlî ya Silêmaniyê hate wergirtin û bi merasîmekê ber bi Rojavayê Kurdistanê hate birêkirin.

Di merasîmê de bê navber dirûşmeya ‘Bimre xiyanet’ hate qîrîn.

Di van kêliyan de karwanê şehîdan ji Silêmaniyê derketiye û ber bi Rojavayê Kurdistanê diçe.

Tê payîn ku li Rojavayê Kurdistanê karwana şehîdan bi girseyî bê pêşwazîkirin.