Saziyên li Rihayê xwestin ku rojnemevan bên berdan

Ji Rihayê 16 saziyan têkildarî desgîrkirina 16 rojnamevanan a li Amedê daxuyaniyek hevpar dan û banga demildest berdana rojnamevanan kirin.

Rêxistinên civaka sîvîl ên li Rihayê, rêxistinên pîşeyî û partiyên siyasî jî di nav de, 16 saziyan têkildarî 16 rojnamevanên ku 2 rojin destgîrkirîne daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku li Amedê di serdegirtina malan de 22 kes hatin girtin, piştî 8 rojan hatin girtin û wiha hate gotin: “Azadiya çapemeniyê yek ji hêmanên nebê nabê ya civaka demokratîk e. Her mudaxeleya ku li dijî çapemeniyê tê kirin, mudaxeleyek raste rast li dijî civakê hatî kirin e. Divê bê zanîn ku endezyarê dewleta hiqûqê, çapemeniya azad e. Li cihê ku azadiya çapemeniyê hebe dewleta hiqûqê, li cihê ku dewleta hiqûqê hebe azadiya çapemeniyê heye.”

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ew bi mafê nûçe standinê ya gel û azadiya çapemeniyê ne û banga demildest berdana rojnamevanan hat kirin.

Saziyên ku îmzeyên wan di daxuyaniyê de heyî, evin: “Baroya Rihayê, Odeya Tabîban a Rihayê, Piştevaniya KHK ya Rihayê, Komeleya Piştevanî û Lêkolînê ya 78’an Şaxa Rihayê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Rihayê, Nûnertiya Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê ya Rihayê, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Şaxa Rihayê, Koordînasyona TMMOB’ê ya Rihayê, Platforma Şaxên KESK'ê yên Rihayê, Komeleyên Çanda Elewiyan Şaxa Rihayê, Nûnertiya Rihayê ya Însiyatîfa Mafê, Komeleya Piştevaniya Jinan a Mala Jiyanê (Yaşam Evî), Rêxistina Rihayê ya Partiya Kedê (EMEP), Serokatiya Partiya Pêşerojê ya Bajarê Rihayê, Rêxistina Rihayê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Rêxistina Partiya Karkeran (TIP) ya Bajarê Rihayê.”